Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Reyhanliyê ya parêzgeha Hatayê, zarokekî Sûriyeyî yê 10 salî ku wekî winda dihat lêgerîn, bi birîndarî hat dîtin.
Hat diyarkirin ku nîvê laşê zarokî di bin axê de maye û ew bi vî awayî hatiye rizgarkirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, li ser giliyî malbata A.A.yan dijîn dest bi xebatên lêgerînê kir.
Malbatê 2 roj berê ji bo zarokê xwe yê 10 salî serî li hêzên ewlehiyê dabû û ragihandibû ku zarokê wan winda ye.
“Xalê wî ew biriye”
Tîman li qeydên kamerayên ewlehiyê temaşe kir û tesbît kir ku xalê zarokî M.E. ew biriye derdora Bendava Reyhanliyê.
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên tîman de zarok li devera Mehmetbeyliyê li araziyekê hat dîtin.
Di bin axê de hat dîtin
Dema ku tîman zarok dît, beşeke laşê wî di bin axê de bû.
Her wiha hat tesbîtkirin ku ji ber lêdanê serê wî birîndar bûye.
Tîmên tenduristiyê zarok veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê.
A.A. piştî midaxeleya ewil a li vir sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Hatayê hat kirin.
Hat zanîn ku bergûman M.E.yê ku xalê zarokî ye ji aliyê cendirmeyan ve hatiye desteserkirin û kar û barên lêpirsîna wî didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse