Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz, ku ji ber gotineke xwe ya bo Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu, hatibû desteserkirin, hat berdan. Yildiz ji Soylu re gotibû “Tu jî dê rojekê bê darizandin.”
Îro 17ê Gulana 2022ê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Dayikên Şemiyê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), bi armanca “Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirinên di Binçavan de” li ber Dadegha Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî daxuyaniyek dabû û di daxuyaniya xwe de, ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu re goitibû rojekê tu jî dê bê darizandin. Piştî daxuyaniyê Yildiz ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibû destserkirin û bo Navenda Ewlekariyê hatibû birin.
Li gor zanyariyan Hanîfe Yildiz her îro piştî temambûna karûbarên îfadeyê, hatiye azadkirin.
Li gor dîmenên li ser medya civakî polîsên Tirkiyê di dema destserkirinê de miameleyek xirab li beramber Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz nîşan didin.
Dayikên Şemiyê komeleyeke sivîl e ku bi taybetî ji dayik û kesûkarên wan kesan pêk tên ku di kuştinên biker nediyar û bêdaraz de kesûkar û zarokên xwe ji dest dane. Tê zanîn ku di navbera salên 1980 û 1995an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes hatine revandin û kuştin û heta îro çarenivîsa wan nayê zanîn û kesûkarên wan ji Gulana 1995an û vir ve her roja şemiyê li meydana Galatasaray a Stembolê kom dibin çalakiyên rûniştinê û xwepêşandanan lidardixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse