Di doza kuştina malbata Kurd de 3 kesên din hatin berdan

17-11-2021
RÛDAW
Nîşan Malbata Dedeogullari Mehmet Altun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Konyayê di doza kuştina malbata Kurd a êrîşa nijadperestî de 3 kesên din ên girtî hatin berdan.

Di doza kuştina 7 Kurdên endamê malbatekê ku pêştir ji 10 girtiyan piştî îdianameya dadgehê 5 kes hatibûn berdan, dadgehê îro derbarê 3 kesên din de biryara berdanê da. Di dozê de kujer Mehmet Altun û kesê bi navê Îbrahîm Keleş tenê girtî man.

Dadgehê îro li ser serlêdana parêzerên wan derbarê Lutfî Keleş, Ayşe Keleş û kurên wan Alî Keleş de biryar da serbest bên berdan.

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, 4ê Tebaxê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana îsal grûpeke 60 kesî bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst