Dîplomaya Ekrem Îmamoglu hat betalkirin

18-03-2025
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Dîploma Zanîngeha Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Stenbolê biryar da ku dîplomaya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu were betalkirin.

Piştî biryarê li gorî yasayên Tirkiyeyê Îmamoglu nikare bibe namzedê Serokkomariyê.

Berî niha bi hinceta ku “di belgeyên fermî de sextekarî kiriye” û di diplomaya wî de kar û barên nefermî hatine kirin li ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Biryar e Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên Tirkiyeyê de bibe namzedê Serokkomariya Tirkiyeyê yê CHPyê û di nava partiya xwe de take namzed e ku beşdarî hilbijartinan dibe.

Zanîngeha Stenbolê îro li ser dîplomaya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu civiya.

Zanîngeha Stenbolê di çarçoveya lêpirsînê de bi hinceta “nebûn” û “şaşiyên diyar” biryar da ku Îmamoglu jî di nav de dîplomayên 28 kesan werin betalkirin û dîplomayên wan ji wan werin standin.

Ekrem Îmamoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê peyamek belav kir û karvedan nîşan da.

“Rizgarbûn bi tenê nabe”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu got:

“Biryara Desteya Birêvebir a Zanîngeha Stenbolê, ne yasayî ye.

Dethilata wan a wergirtina biryareke wiha nîne. Tenê Desteya Birêvebir a Fakulteya Karsaziyê xwedî vê desthilatê ye.

Rojên ku kesên ev biryar daye, li ber dîrok û edaletê dê hesabê bidin nêzîk in.

Meşa miletê me yê ku tiyê edalet, hiqûq û demokrasiyê ye nayê rawestandin. Rizgarbûn bi tenê nabe.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî li ser betalkirina dîplomaya Îmamoglu peyamek belav kir û anî ziman:

“Ev biryara ku bi vî rengî hatiye wergirtin, hem ji bo dîroka kesên ku biryarê distînin, hem jî mixabin ji bo saziyeke girîng a xwendina bilind a Tirkiyeyê ya 600 salî ya wekî Zanîngeha Stenbolê qirêjeke reş e.

Bêguman em dê serî netewînin. Ji vê yekê ji me re motîvasyon derdikeve, tiştekî din dernakevin.

Em dê 23yê Adarê bi milyonek û 750 hezar endamên xwe namzedê xwe yê serokkomariyê diyar bikin.

Serok Ekrem namzedê me ye.”

Çi bûbû?

Li gorî yasayên Tirkiyeyê ji bo ku kesek bikare bibe namzedê Serokkomariyê divê dîplomayeke wî ya ku ji beşeke lîsansê ya zanîngehê derçûbe hebe.

Ev biryara ku ji aliyê Zanîngeha Stenbolê ve hatiye dayîn yek ji astengiyên herî mezin e li pêşiya namzediya Ekrem Îmamoglu û eger li gorî yasayan be Îmamoglu êdî nikare bibe namzed.

Îdiayên sextebûna dîplomaya Ekrem Îmamoglu cara yekem piştî ku di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de wekî Serokê Şaredariyê hat hilbijartin hatin rojevê.

Di serlêdaneke ku 15ê Sibata 2020an li sîsmeta online ya Serokkomariya Tirkiyeyê hatibû kirin de, hatibû îdiakirin ku Ekrem Îmamoglu sala 1990î ji Zanîngeha Amerîkî ya Gîrneyê ya Kibrisê bi awayekî neyasayî derbasî Zanîngeha Stenbolê bûye.

Serokatiya Zanîngehê wê demê bersiva serlêdanê dabû û gotibû ku Ekrem Îmamoglu serî li kontejana welatên derve ya “derbasbûna berwar” (yatay geçiş) daye û serlêdana wî li gorî madeyên ku zanîngehê diyar kirine hatiye qebûlkirin.

Piştre Îlona 2024an serlêdaneke din jî li sîstema Serokkomariya CÎMERê hat kirin û mijar gihişt Serdozgeriya Komarê û Desteya Bilind a Xwendinê.

Bi vê yekê jî nîqaşên derbarê dîplomaya Îmamoglu mezintir bûn.

Zanîngeha Gîrneyê ya Amerîkayê sala 1985an hat damezrandin.

Dema Îmamoglu derbasî zanîngeha Stenbolê bû, Desteya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê ew zanîngeh bi fermî nas nedikir û ji ber wê hat îdiakirin ku dîplomaya Îmamoglu sexte ye.

Piştre Şaredariya Stenbolê wêneyekî ku dîplomaya Ekrem Îmamoglu ya sala 1994an Fakulteya Karsaziyê ya Zanîngeha Stenbolê der çûye belav kiribû û ew îdia derewandibûn.

Li gorî parêzeran, Îmamoglu 5ê Îlona 1988an li Beşa Karsaziyê ya Zanîngeha Gîrneyê ya Amerîkî dest bi xwendinê kir.

Piştî ku sala yekem a amadehiyê temam kir li ser îlana Zanîngeha Stenbolê 29ê Tebaxa heman salê serî li Zanîngeha Stenbolê da ku derbasî wir bibe.

Bi gotina parêzeran Desteya Bilind a Xwendinê ya Tirkiyeyê ji ber ku notên Îmamoglu baş bûn û şert û mercên pêwîst bi cih anîne serlêdana wî pesend kir ku li beşa Îngilîzî ya Fakulteya Karsaziyê berdewamiyê bi xwendina xwe bide.

Îmamoglu piştre sala 1994an ji zanîngehê der çû.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta “sextekariya di belgeyên fermî de” 22yê Sibatê derbarê Ekrem Îmamoglu lêpirsîn dabû destpêkirin.

Yek ji hincetên sereke yên lêpisînê Rapora Desteya Çavdêriya ya Desteya Bilind a Xwendinê ya Tirkiyeyê bû.

Di raporê de dihat gotin ku Îmamoglu şert û mercên derbasbûna zanîngehê bi cih anîne lê sala 1990î Desteya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê Zanîngeha Gîrneyê ya Amerîkî bi fermî nas nedikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst