Berdevka DEM Partiyê li ser rewşa dawî ya Sirri Sureyya Onder daxuyanî da

18-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku metirsiya li ser jiyana Sirri Sureyya Onder berdewam e û got, “Sirri Sureyya Onder têkoşîneke mezin a jiyanê dide.”

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê li ber nexweşxaneyê li ser rewşa tenduristiyê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirrri Sureyya Onder daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Metirsiya mezin a li ser jiyana wî berdewam dike”

Ayşegul Doganê diyar kir ku hemû gelên Tirkiyeyê li benda xebereke xweş in û got:

“Nebûna xebereke nebaş tê wê wateyê ku her tişt baş dimeşe.”

Doganê ragihand ku rewşa Sirri Sureyya Onder stabîl e û anî ziman:

“Em ji vê rewşa stabîlîzasyonê re gelekî deyndar in.

Ji ber ku ev jî rewşeke qonaxa nexweşxaneyê bû ku dihat pêşbînîkirin.

Helbet ev nayê wê wateyê ku metirsiya mezin a li ser jiyana wî berdewam nake.”

Berdevka DEM Partiyê da zanîn ku Onder li ber xwe dide û ew jî bi hêvî li bendê ne ku xebereke xweş ji bijîşkên nexweşxaneyê wergirin.

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder roja sêşemê bi şev krîza dil lê da û li Nexweşxaneya Florence Nightingaleya Stenbolê hat emeliyatkirin.

Damarê serekî yê aortê yê Onder ji serî heta binî qetiyabû û emeliyata wî 12 demjimêran berdewam kir.

Niha jî metirsî li ser jiyana wî heye.

Tîma bijîşkan a ku çavdêriya tenduristiya Sirri Sûreya Onder dike, doh bi daxuyaniyekê rewşa wî ya dawî ragihand û anî ziman:

“Pêvajoya çavdêriya hûr a nexweşê me birêz Sirri Sureyya Oner berdewam dike.

Rewşa wî ya giştî wekî rewşa wî ya doh e û dermankirin berdewam e.

Metirsiya li ser jiyana wî hîn jî heye û zêde ye.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê her wiha anî ziman:

“Hûn û hemû gelên rêzdar ên Tirkiyeyê bi rojan in li vê derê ne ku em ji Sirri Suryya Onder xebereke xweş  wergirin.

Nebûna xebereke nebaş tê wê wateyê ku her tişt baş dimeşe.

Li gorî daxuyaniya bijîşkan, heta niha rewş stabîl e. Em ji vê rewşa stabîlîzasyonê re gelek deyndar in.

Ji ber ku ev jî rewşeke qonaxa nexweşxaneyê bû ku dihat pêşbînîkirin.

Helbet ev nayê wê wateyê ku metirsiya mezin a li ser jiyana wî berdewam nake.

Wekî hûn dizanin hîn jî Sirri Sureyya Onder ê hêja têkoşîneke mezin a jiyanê dide.

Wekî keça wî Ceren dibêje tişta herî baş a ku em dizanin dike.

Çi dike li ber xwe dide û li ser vê yekê berdewam e.

Em jî bi hêvî li ser bendemayîna xwe berdewam in. Em bawer dikin ku Sirri Sureyya Onder dê bi silametî vê qonaxê derbas bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin