Mumtazer Turkone: Lozan ne îxanet e û Sevr dahfikek bû ji bo Kurdan

18-05-2025
Rawîn Stêrk
Nîşan Mumtazer Turkone Rawîn Stêrk Peymana Lozanê Peymana Sevrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen û pisporê zanistên siyasî Mumtazer Turkone, di bernameya nû ya Rûdaw Tirkî "Gel Anlat"ê de, li ser neteweperestî, siyaseta dewletê ya li hemberî Kurdan û pêdiviya hevqebûlkirina civakî nirxandinên balkêş kir.

Turkone got, "Lozan ne îxanet e, pirsgirêka bê statubûnê ye - Sevr dahfikek bû ji bo Kurdan. "

Nûnerê Rûdawê yê Ofîsa Stenbolê Rawîn Stêrk ji bo kanala Youtube Tirkî dest bi bernameyeke nû kir.

Navên bernameyê Gel Anlat (Were Behs Bike) e  û zimanê wê jî Tirkî ye.  Rawîn Stêrk dê di vê bernameyê de her hefte tevî mêvanên xwe mijarên cûr bi cûr bike rojev.

Mêvanê yekem xeleka bernameyê pisporê zanistên siyasî û nivîskar Mumtazer Turkone bû.

Nivîskar Turkonê li ser têgihîştina neteweperestiyê li Tirkiyeyê, Pirsgirêka Kurdan û pêdiviya lihevhatina civakî peyamên balkêş dan.

Turkone behsa hewlên Hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bo çareseriyê kir û diyar kir ku divê pêvajo were piştgirîkirin.

Turkone, bi gotina "Ez hewl didim ya ji min tê bikim da ku têgihîştin û hevqebûlkirina hevbeş pêş bixin," gotina Alparslan Turkeş a "Heke Kurdek çiqas Kurd be, ez jî ew qas Kurd im" bi bîr anî.

Turkone destnîşan kir ku ev nêzîkbûn li ser têgihîştina qedera hevbeş û dîrokê hatiye avakirin.

Mumtazer Turkone bal kişand li ser cudahiyên civakî yên ku di salên 90î de çêbûne û got: "Pirsgirêka Kurdan a dewletê, qadeke erzan û kurt a dijminahiyê pêşkêşî gel kir. Ev jî bû sebeba tebîeta cudakirina nasnameyê û xerîbkirinê."

"Neteweperestiya nexweş ji kompleksa kêmasiyê dermale dibe"

Nivîskar Turkone, di bernameyê de  cureya neteweperestiya nexweş û got, "Ev cure, nasnameyê li ser dijminantiyê ava dike. Neteweperestî bi dijminantiya Kurdan nayê pênasekirin û amaje pê kir ku ev têgihîştin girsehî bûye û li nav civakê belav bûye.”

Turkone gotina Ziya Gokalp a "Kurdê ku ji Tirkan hez neke ne Kurd e, Tirkê ku ji Kurdan hez neke ne Tirk e" bi bîr xist û tekez kir ku divê ev têgihîştin bibe pîvana bingehîn a neteweperestiyê.

Akademîsyen Turkone di beşekî din ê bernameyê jî de got: "Pîvaneke Tirktiyê heye,Hezkirina ji Kurdan.

Divê kesê ku vê pîvanê bin pê dike, di nav derdorên neteweperest de wekî xayinê welat were dîtin.

"Di astên bilind ên dewletê de cudahî tune, pirsgirêk di asta civakî de ye"

Di qadên ku sirên nihênî yên dewletê lê tên emanetkirin, Kurd jî hene. Ev cudahî di asta gel de heye. Divê dewlet hewl bide ku vê psîkolojiyê sererast bike."

Wî her wiha, da zanîn ku pewîst e dewlet di bikaranîna medyayê de siyasetên baldar armanc bike.

"Hevwelatîniya wekhev divê niha di asta destûrî de were pênasekirin"

Ji bo pirsa "hevwelatîniya wekhev" a ku Rawin Sterk jê pirsî, Turkone mînaka pênaseya hevwelatîniyê ya ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyar kiriye da û wiha domand:

"Divê hevwelatîniya Komara Tirkiyeyê wekî nasnameyeke ku hemû kes xwedî maf û berpirsiyariyên wekhev in were pênasekirin.

Îfadeya 'her kes Tirk e' di destûrê de ne pênaseya hevwelatîniyê bû, pênaseya nasnameya etnîkî bû."

"Hevkariya Tirk-Kurdan di dirêjahiya dîrokê de serkeftin anî"

Turkone bi bîr anî ku Tirk û Kurd di gelek deman de di dîrokê de hevpariya qederê kirine û got: "Ji Sefera Milazgîrê û Şerê Çaldiranê yê sala 1514an ve hevgirtineke xurt heye.

Vê hevgirtinê, hem ji bo Tirkan û hem jî ji bo Kurdan di dîrokê de berjewendî anî."

"Lozan ne îxanet e, pirsgirêka bêstatubûnê ye - Sevr dahfikek bû ji bo Kurdan"

Mumtazer Turkone amaje bi peymanên dîrokî jî kir û diyar kir ku Lozan ne belgeya îxanetê ye.

Li gorî gotina Turkone pirsgirêka sereke ya vê peymanê ji aliyê Kurdan ve ew e ku statuyekê pênase nake.

Akademîsyen Mumtazer Turkone behsa hin rexneyên li ser Peymana Lozanê kir û got:

“Kurdan li Lozanê statu bi dest nexist, rast e. Rexneyên ku pozîsyona siyasî ya Kurdan, rewşên hundirîn û hevsengiyên navneteweyî yên wê demê hesab nake, bimanîpulasyonî ne.

Sevr ne destkefteke Kurdan e, berevajî wê, dahfikek bû. Ji ber ku axa Kurdan, di Sevrê de ji Ermenistanê re hatibû hiştin. Li nexşeyê binêrin, bajarên wekî Wan, Çewlîg û Amedê wekî axa Ermeniyan tên nîşandan. Kurdan ev red kiribû, îro jî divê red bikin.

Tevî Destûra 1924an hemû tişt dikare were nîqaşkirin.

Lozan jî, Sevr jî, pirsgirêka Kurd jî divê werin axaftin lê divê ev ne bi zimanê pevçûnê lê bi zimanê aştiyê were kirin.”

Li gorî gotina Turkone divê belgeyên dîrokî ne tabû bin û Lozan dikare dubare were nîqaşkirin lê divê ev nîqaş li ser zemîneyeke saxlem werin meşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst