Girtiyê 85 salî û nexweş piştî 31 salan tê berdan

18-07-2025
Nîşan Girtiyê Nexweş Siddik Guler Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş ê 85 salî Siddik Gulerê ku 31 sal in di girtîgehê de bû tê berdan.

Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) di rapora xwe de gotibû ku Guler nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.

Derbarê girtiyê nexweş Siddik Gulerê 85 salî yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihat ragirtin biryara tehliyekirinê hat dayîn.

Parêzerên Guler serî li Serdozgeriya Komarê ya Skenderûnê dabû û wan xwestibûn ku miwekilê wan Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) bê kirin.

Guler piştî vê serlêdanê 20ê Hezîranê sewqî Saziya Bijîşkiya Dadî hatibû kirin.

Lijneya 11emîn a Pisporiyê ya Saziya Bijîşkiya Dadî 27ê Hezîranê rapora xwe amade kir.

Di raporê de, bal hat kişandin ser temen, pirsgirêkên tenduristiyê, dermanên ku bi kar tîne û raporên nexweşxaneyê û hat gotin ku "Nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne."

Serdozgeriya Komarê ya Skenderûnê piştî raporê nivîsek ji saziya ewlehiyê re şand û pirsî bê ma Guler ji bo civakê "xeter" e yan na.

Qereqola Polîsan a Alîşanê ya li navçeya Kayapinarê ya Amedê, îro serê sibê bersiva nivîsa dozger da û ragihand ku Guler "Ji bo civakê xetereyê çênake."

Li ser vê yekê, dozger biryara tehliyekirina Siddik Guler da.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA), biryara tehliyekirinê gihîştiye girtîgehê û tê payîn ku Guler di demjimêrên pêşiya me de were berdan.

31 sal in ku girtî bû

Siddik Gulerê ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji sala 1994an û vir ve girtî bû.

Gulerê ku bi hincetên siyasî cezayê heta hetayê lê hatibû birîn bi nexweşiyan têdikoşiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst