Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de axivî û pesnê gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî da.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî îro got, "Heke ti kes neçe, ez dê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û ji bo çûna Îmraliyê û rûniştina li dora maseyê dudiliyê nakim."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser rojevê axivî.
Beşa herî balkêş a axaftina wî, piştgiriya wî ya ji bo gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bû.
“Nîşana wêrekiyê ye”
Bakirhan diyar kir ku ev gotinên Bahçelî "gelekî girîng û hêjayî teqdîrê ne" û got:
"Gotina wî ya ‘Eger Komîsyon neçe, ez diçim’ nîşana wêrekiya wergirtina berpirsyariyeke dîrokî ye."
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku ku ew alîgirê diyalogê û axaftina li ser pirsgirêkan a li ser maseyê ne û anî ziman ku banga Bahçelî ya "Bila em dev ji lîstina sê meymûnan (min nedîtiye, nebihîstiye û nizanim) berdin) jî gelekî di cih de ye.
Bakirhan got ku divê komîsyona li Parlamentoyê rojekê jî winda neke û here Îmraliyê.
"Tirkiye dikare li Sûriyeyê roleke piştgiriyê bilîze"
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê jî û diyar kir ku Tirkiye dikare di pêvajoya demokratîkbûnê ya cîranê xwe de roleke girîng bilîze.
Bakirhan amaje bi serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a Amerîkayê û rakirina sizayên Sezarê kir û got ku ev yek ji bo Sûriyeyê derfetekê vedike.
Bakirhan diyar kir ku divê ev pêvajo hemû gel û baweriyên Sûriyeyê li xwe bigire û got:
"Tirkiye dikare bêyî cudahî piştgiriyê bide biratiya gelên Sûriyeyê.
Tirkiye dikare di veguherîna demokratîk de alîkariya Sûriyeyê bike û roleke piştgirî bilîze."
Nexşerêya pêncxalî
Tuncer Bakirhan, gavên ku divê ji bo aştî û demokratîkbûnê bên avêtin di pênc xalan de rêz kirin:
Yasaya Serdema Veguhastinê: Ji bo avakirina aştiyeke mayînde ya li ser zemîneke hiqûqî, divê yasayeke ku entegrasyona demokratîk pêk bîne were derxistin.
Rakirin Qeyûman: Divê dawî li siyaseta qeyûman were anîn, şaredarên hilbijartî vegerin ser karên xwe û birêvebiriyên xwecihî bên bihêzkirin.
Reforma Girtîgehan: Divê Lijneyên Çavdêriya Îdarî bên girtin û girtiyên nexweş bên berdan.
Vegerandina li kar: Divê Akademîsyenên Aştiyê û kesên ku bi awayekî nehiqûqî ji kar hatine dûrxistin, vegerin ser karên xwe.
Reforma Dadweriyê: Divê Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK), Qanûna Muhakemeya Ceza (CMK) û Qanûna Înfazê bên guhertin, divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê were rakirin. Divê azadiya raman, derbirîn û çapemeniyê were misogerkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse