Zarok hêrî zêde li Rihayê û herî kêm jî li Dêrsimê hene

19-04-2025
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) Riha Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 43,8 herî zêde zarok li parêzgeha Rihayê ne û bi rêjeya ji sedî 16,4 jî herî kêm zarok li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê ne.

Her wiha ji sedî 25,5ê nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zarok in.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên sala 2024an ên li ser nifûsa zarokên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de belav kirin.

Li gorî amarên ku TUIKê ji Sîstema Tomarkirina Nifûsê ya Navnîşanê berhev kirine, sala borî nifûsa zarokan 21 milyon û 817 hezar û 61 bûye ku dike ji sedî 25,5ê nifûsa giştî.

Her wiha parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di warê nifûsa zarokan de bi rêjeya ji sedî 43,8 di rêza yekem de ye û piştî Rihayê bi rêjeya ji sedî 39,8 Şirnex û ji sedî 37,4 parêzgeha Agiriyê tên.

Bi rêjeya ji sedî 16,4an herî kêm nifûsa zarokan li parêzgeha Dêrsimê ye.

Piştî Dêrsimê bi rêjeya ji sedî 17,3 parêzgeha Edîrneyê yê Tirkiyeyê û bi rêjeya ji sedî 18 jî parêzgeha Kirklareliyê yê Tirkiyeyê tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst