Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Budalan piştigirî da banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ki gotibû bila li parlamentoyê komîsyon bê avakirin.
Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan îro li ser pêvajoya biryara bidawîkirina şerê çekdarî û xwefesixkirinê ya PKKyê ji medyayê re axivî.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo bipêşxistina pêvajoya çareseriyê doh daxwaza avakirina komîsyoneke bi beşdariya nûnerên 16 partiyên li parlametoyê kir û her wiha wî 7 xal jî pêşniyar kirin.
Pervîn Buldanê diyar kir ku ew bi temamî bi banga Devlet Bahçelî re hevnêrîn in û got:
“Me berê jî diyar kiribû ku navnîşana çareseriyê parlamentoya Tirkiyeyê ye. Em piştgiriyê didin pêşniyara Bahçelî.”
Buldanê her wiha amaje bi wê yekê kir ku divê bilez hevdîtin bên destpêkirin û AK Partî jî nêrîna xwe eşkere bike.
“Cihê çareseriyê parlamento ye”
Pervîn Buldanê wiha got:
“Bahçelî tişta pêwîst aniye ziman. Me jî gotibû di vê mijarê de cihê çareseriyê parlamento ye.
Bi avakirina komîsyonê dê rewş şênber bibe. Di mijara komîsyonê de nêrîna piraniya partiyên siyasî yek e û bê ku dereng bikeve divê AK Partî jî nêrîna xwe eşkere bike.
Sererastkirinên yasayî yên demokratîkbûnê divê bi rêya komisyonekê bê nîqaşkirin.
CHP jî dibêje bila komîsyon bê avakirin. Babacan û Davutoglu û hema piraniyên partiyên siyasî vê yekê dibêjin.
Ji ber vê jî divê dereng nekeve. Parlamento heta 15ê Tîrmehê kar dike. Heta wê demê divê komîsyon bê avakirin.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî heman rojê derbarê avakirina komîsyonê de gotibû "Ez bawerim heta havîn bi dawî nebe ev pêvajo dê bi dawî bibe."
“Bila komîsyon bê avakirin”
Serokê MHPê Devlet Bahçelî doh bi daxûyaniyekê pêşniyar kiribû ku bi banga Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê “Komîsyona Yekitî û Hevkariya Neteweyî” bê avakirin.
Devlet Bahçelî gotibû ji bo bipêşxistina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan bi beşdariya 100 nûnerên ji 16 partiyên li parlametoyê komîsyonek bê avakirin û wî 7 xal jî pêşniyar kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse