Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan derbarê pêvajoyê tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo bêpevçûnî û danîna çekan zemîneke yasayî pêwîst e û got, “Li aliyê desthilatê amadekariyek heye lê amadekariya me bi xwe jî heye.”
"Civînên Gel ên Aştî û Civaka Demokratîk" ên ku ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê ve li Navenda Çandê ya Necîp Fazil Kisakurekê hatin lidarxistin, bi beşdariyeke girseyî bi rê ve çûn.
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan derbarê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re, hêviyên ji pêvajoyê û rêziknameyên yasayî de nirxandinên girîng kirin.
"Em naveroka wê nizanin lê amadekariya me jî heye"
Di axaftina xwe de Buldanê bal kişand ser girîngiya garantiyên yasayî û ‘hiqûqa veguhêz’ ji bo bipêşveçûna pêvajoyê û amaje bi wê yekê kir ku desthilat li ser vê mijarê dixebite.
Bul danê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:
"Bêguman rêziknameyên ku dê bên çêkirin girîng in. Em behsa hiqûqeke veguhêz, paşeroja kesên ku çekan datînin û entegrasyona demokratîk dikin.
Ji bo ku ev hemû pêk bên, em derxistina yasayekê wekî şert dibînin.
Em hîn nizanin ka yasaya ku dê bê derxistin dê kê, kîjan kesan, çi û çiqasî li xwe bigire.
Ji bo vê amadekarî heye. Li aliyê desthilatê amadekariyek heye lê amadekariya me bi xwe jî heye."
"Ocalan wekî aktorekî berpirsiyar li pêşberî me ye"
Buldanê diyar kir ku wan herî dawî 3yê Çiriya Paşîn bi Ocalan re hevdîtinek pêk aniye û anî ziman ku her du aliyan ji bo çareseriyê îrade nîşan dane.
Pervînê tekezî li ser wê yekê kir ku dibe ku pêvajo bi banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiribe lê îradeya ku li Îmraliyê derketiye holê diyarker e û wiha li pey axaftina xwe çû:
"Di hemû hevdîtinên piştî 1ê Çiriya Pêşîn de, Birêz Ocalan wekî aktorekî ku berpirsyariya dikeve ser milê wî, îrade û biryardariya xwe nîşan dide, li pêşberî me disekine.
Ew bi bangên ku dê pêvajoya 40 salî ya pevçûnan bi dawî bike, bi îradeya ku nîşan daye û bi wergirtina berpirsyariyeke mezin roleke mezin dide vê pêvajoyê.
Di her hevdîtina me de dibêje ku êdî ne dema tundî, pevçûn û çekan e; dema siyaset, axaftin, muzakere û aştiyê ye.
Helbet dema van dibêje, tîne ziman ku divê her kes maf, hiqûq û paşeroja gelê Kurd nas bike."
Rêxne li helwesta CHPyê: Aştî li ser siyasetê ye
Wê bi bîr xist ku Komîsyona li parlamentoyê biryar daye ku di demeke nêzîk de biçe Girava Îmraliyê û biryara CHPyê ya ku di vê şandeyê de cih negire rexne kir.
Buldanê got, "Bêguman em helwesta ku CHPyê nîşan daye rast nabînin. Nêzîkatiya ji bo pirsgirêka Kurd divê ne bi vî rengî be.
Ji bo ku çareserî pêş bikeve, divê her kes destê xwe bixe bin kevir. Ji ber ku aştî mijareke li ser siyasetê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse