Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daketina nirxê lîreyê Tirkî bandoreke xirab li sektora tenduristî û dabînkirina kelûpelên tenduristiyê kiriye. Endamê Encûmena Rêveber a Federasyona Komeleyên Dabînkar û Berhemhênerên Cîhazên Pizîşkî ya Tirkiyê (TUMDEF) Onur Akgun ragihand, “Daketina nirxê lîreyê Tirkî bo me gelek pirsgirêkan çê dike, fîrmayên me ji ber necêgiriya bazarê û tevgerên di nirxên diravan de nikarin berhemên nû bikirin.”
Sekreterê Giştî yê Odeya Pizîşkan a Antalyayê Metehan Akbulut jî li ser nemana kelûpelên pêwîst anî ziman, “Nexweşxane her roj zêdetir deyndar dibin. Em pêşiya xwe nabînin. Eger rewş wiha berdewam bike, dibe ku neştergeriyên welatiyan bên paşxistin.”
Bandorên nerênî yên daketina lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî berdewam e. Bi daketina lîreyê Tirkî rojane di nav bazarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de nirxê hemû kelûpel û pêdiviyên sereke biha dibin. Sektora tenduristiyê ya Tirkiyê jî ku piraniya pêdiviyên xwe bi dolar û diravên biyanî ji welatên derve hawirde dike niha ji ber vê rewşê rûbirûyê zehmetiyan bûye.
Bi taybet li nexweşxaneyan derman û kelpelên sereke û hemû amûrên ku di çareserkirina welatiyan de tên bikaranîn kêm bûne û ji ber necîgiriya lîreyê Tirkî nirxê wan jî biha bûye. Kesên di nav sektora tendirûstiyê de amaje bi wê yekê didin ku ew ji ber vê rewşa bazarê û daketina lîreyê Tirkî êdî nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin û ibêjin rewş wiha biçe eger heye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê neştergeriyên welatiyan bên paşxistin.
Endamê Encûmena Rêvebir a Federasyona Komaleyên Dabînkar û Berhemhênerên Cîhazên Pizîşkî ya Tirkiyê (TUMDEF) Onur Akgun derbarê mijarê de ji medyaya Tirkiye re axiviye û gotiye, “Daketina nirxê lîreyê Tirkî bo me gelek pirsgirêkan çêdike, fîrmayên me ji ber necîgiriya bazarê û tevgerên di nirxên diravan de nikarin berhemên nû bikirin.”
Onur Akgun amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew pereyê berhemên ku dikirin piştî 7 mehên din ji dewletê werdigirin û got, “Bi vî awayî ne mimkun e ku em li ser piyan bimînin. Ev rewş nîşan dide ku em dê di rojên pêş de rûbirûyî zehmetiyên zêdetir bibin.”
Onur Akgun anî ziman, “Ji ber pere nayên dayîn em nikarin kelûpelan bînin. Dema kelûpel neyên welatî nikarin çareseriyê werbigirin. Bi taybet rewşa nexweşxaneyên zanîngehan gelekî xirab e. Her roj zêdetir deyndar dibin. Ev sîstem wiha birêve naçe û ev pirsgirêkeke tendirûstiya gel e.”
Sekreterê Giştî yê Odeya Pizîşkan ya Antalyayê Metehan Akbulut jî got, “Nexweşxane her roj zêdetir deyndar dibin. Em pêşiya xwe nabînîn. Bi taybetî di warê Ortopediyê di kirîna kelûpelan de pirsgirêk hene. Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî fîrma jî ji ber nikarin pêşiya xwe bibînin, naxwazin kelûpelan bidin. Eger rewş wiha berdewam bike, dibe di rojên pêş de neştergeriyên welatiyan bên paşxistin.”



