Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alanyayê ya Antalyayê, li navçeyên Koycegîz û Mîlasê yên Muglayê û li navçeya Dursunbeyê ya Balikesîrê ji ber sedemên ku hîn nehatine zanîn şewat derket û hewlên vemirandina agir didomin.
Li navçeyên Mîlas û Koycegîzê, agirê ku li kêleka rê dest pê kiribû, ji ber bayê bihêz li daristanê belav bû.
Li ser agahdarkirinê 3 helîkopter, gelek arasoz û makîneyên kar çûn herêmê.
Her wiha welatî jî bi traktorên xwe alîkariya hewlên vemirandina agir dikin.
Li Alanyayê jî tîmên agirkujiyê midaxeleyî şewatê dikin.
Hat ragihandin ku ji bo tedbîrê elektrîka navçeyê hatiye birîn û hinek mal hatine valakirin.
Her wiha şewatê zerer gihandiye baxçeyên li herêmê.
Li navçeya Dursunbeyê ya Balikesîrê jî şewat derket.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Balikesîrê Yucel Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku midaxeleya agir berdewam e û ew hêvî dikin ku di demeke kurt de agir were kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse