Kurê Serokê berê yê HEPê dêya xwe kuşt

20-04-2025
RÛDAW
Nîşan Fehmî Işiklar Partiya Kedê ya Gel (HEP) Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Serokê berê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Fehmî Işiklar dêya xwe kuşt.

Gulay Işiklara 54 salî ya hevjîna Fehmî Işiklarê ku Serokê berê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bû ji aliyê kurê xwe ve bi demançeyê hat kuştin.

C.I.yê 28 salî ya ku dayîka xwe kuşt ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hat desteserkirin.

Bûyer danê sibehê li taxa Bagarasiyê ya navçeya Foçaya Îzmîrê qewimî.

C.I.yê kurê Fehmî Işiklar, li gorî îdiayan ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn li malê bi demançeyê gule berdaye dêya xwe Gulay Işiklarê.

Li ser bihîstina dengê guleyê û îxbara kesên li derdorê, tîmên cendirme û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku Gulay Işiklar di cih de miriye.

Tîman termê Gulay Işiklarê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Foçayê û ji wir jî şand morga Saziya Tiba Dadî ya Îzmîrê.

C.I. ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin û wan ew bir Fermandariya Cendirmeyan ya Foçayê.

Piştî temamkirina kar û barên li Fermandariyê C.I. sewqî dadgehê hat kirin.

Fehmî Işiklar kî ye?

Fehmî Işiklar sala 1941ê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ji Dibistana Teknîkeriya Makîneyê ya Kırıkkaleyê mezun bû.

Sala 1977an bû Sekreterê giştî yê DÎSKê û piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat desteserkirin, bi îdamê hat darizandin û 4 salan di girtîgehê de ma.

Di hilbijartinên 1987an de ji SHPyê bû parlamenterê Bursayê.

Sala 1990î ji SHPyê îstîfa kir û bû yek ji damezirînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP) û bû Serokê Giştî.

Di hilbijartinên 1991ê de ji SHPyê bû parlamenterê Amedê û erkê Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Sala 1993yan bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, HEP hat girtin û wê demê parlamenteriya Işiklar jî hat xistin.

Işiklar di bin banê SHPyê de siyaseta xwe berdewam kir û di SHP û CHPyê de erkê Alîkarê Serok kir.

Işiklarê zewicî û bavê 6 zarokan e, pirtûkeke wî ya bi navê “Parastina di Doza DÎSKê de” heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst