Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li Stenbolê civiyan.
Nikol Paşinyan îro li ser vexwendina Erdogan çû Stenbolê.
Paşinyan li Ofîsa Xebatê ya li Koşka Dolmabahçeyê ya li Stenbolê ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Erdogan û Paşinyan di civînê de “pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Ermenistanê, pêvajoya aştî û diyaloga li Qefqasyaya Başûr û pêşhatên dawî yên li herêmê” nirxandine.
Her wiha pêngavên ku dikarin di çarçoveya pêvajoya asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Ermenistanê de bên avêtin jî hatine nirxandin.
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan di hevdîtinê de bal kişandiye ser girîngiya lihevkirina ku di encama dan û standinên aştiyê yên Azerbeycan û Ermenistanê hatiye bidestxistin û diyar kiriye ku Tirkiye dê her cure piştgiriyê bide wan hewlên ku bi armanca bipêşketina herêmê tên meşandin.
Erdogan di civînê de diyar kiriye ku Tirkiye ne tenê li Qefqasyayê, li hemû herêmê “ji bo pêkanîna aramiyê hemû derfetên dîplomasiyê bi kar tîne” û gotiye ku ew ji bo nehiştina metirsiyên ku li herêmê ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê çêbûne pêwendiyên xwe yên li gel serokên welatan didomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse