Ji bo rawestandina şerê Rûsya û Ukraynayê pêngaveke nû dest pê kir

15-05-2025
Rawîn Stêrk
Nîşan Ukrayna Rûsya Civîn Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Stenbol îro ji bo dawîlêanîna şerê Rûsya û Ukraynayê mazûvaniya civîneke girîng dike.

Pêngaveke berfireh a dan û standin û diyalogê ji bo ew şerê ku çend sal in sîstema evlehiya û siyaseta cîhanê dixe metirsiyê, hatiye destpêkirin.

Tevî ku îhtimala hevdîtina Serokê Rûsyayê Valadimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî hatibû rojevê, ev hevdîtin vê gavê bi beşdariya şandeyên her du aliyan dest pê dike.

Piştî ku Putin ragihandibû da ku egera hatina wî jî heye, Zelenskyy jî ragihand ku ew dê li Stenbolê li benda Putin be.

Lê pişt re ji aliyê Rûsyayê ve hat ragihandin ku Putin naçe Stenbolê.

Piştî ku ev agahî belav bû, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî egera hatina xwe ya Stenbolê betal kir.

Ji ber ku wî jî di geşta xwe ya welatên Ereban de gotibû îhtimaleke wisa heye ku ew jî biçe Stenbolê.

Di nava vê dîplomasiya cîhanî de hevdîtinên rawestandina şer ji aliyê şandeyên her du welatan ve dest pê kir.

Li aliyên din, Zelenskyy jî berê xwe ji Stenbolê zivirand Enqereyê û li wir bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê dike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî li Antalyayê beşdarî civîna NATOyê dibe.

Tê payîn ku Marco Rubio bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civînekê pêk bîne.

Şandeyên Rûsya û Ukraynayê eşkere bûn

Di vê navberê de şandên her du welatan ku li Stenbolê li hev kom dibin jî eşkere bûn.

Ji Rûsyayê şêwirmendê Putin Vladimir Medinsky û Alîkarê Wezîrê Parastinê Alexander Fomin, Dîrektorê Teşkîlata Îstihbarata Leşkerî Igor Kostyukov û çend pisporên din ên leşkerî cih digirin.

Dîsa li ser navê Ukraynayê jî Wezîrê Karên Derve Andrii Sybiha, Wezîrê Parastinê Rustem Umerov û Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak û Şêwirmendê Serokatiya Ukraynayê Ihor Jovkva cih digirin.

Li gel wan jî pisporên din ên leşkerî jî amade dibin.

Her du alî ji hev çi dixwazin?

Hevdîtinên şandeyên Rûsya û Ukraynayê piştî destpêka şer li Belarûsê dest pê kiribû.

Lê ji ber ku ti encam jê derneketibûn, Tirkiyyê wekî navbeynkar hewla pêvajoyeke nû dabû.

Wezîrên karên derve yên her du welatan 10ê Adara 2022yan li Antalyayê hevdîtinek kiribû.

Pê re jî di 29ê Adara 2022yan li Stenbolê muzakereyan di navbera şandeyên her du aliyan de dest pê kiribû.

Lê ew hevdîtin jî bê encam mabûn. Piştî wê pêvajoyê ku çendîn sal in wisa mabû niha careke din Stenbol bûye cihê muzakereyan.

Ukrayna daxwaza agirbestê dike

Piştî guvaşên Serokê Amerîkayê yên li ser Ukraynayê û hewla qanihkirina Putin, hevdîtinên ku li Stenbolê dest pê kiriye heviya rawestandina şerê Ukrayna-Rûsya geş dikin.

Di vê pêvajoyê de Ukrayna wekî gava lezgîn ragihandina agirbestê dide pêşiya xwe û wê dixwaze.

Ukrayna ji bo ku ew hevdîtin bigihîjin encameke qewîn vê daxwaza xwe bi rijdî ji hemû aliyên navbeynkar re jî par ve dike.

Ji bo vê daxwaza Ukrayna welatên Ewropayê jî palpiştiyê dikin û daxwaz ew e da heta ew diyalog gihîştiye merhaleyekê şer ji bo 30 rojan bê rawestandin.

Rûsya dibêje pêşî muzakere paşê agirbest

Helwesta Rûsyayaê di vê xalê de ji ya Ukraynayê cudatir e. Ew jî dibêjin pêşî divê muzakere bên kirin û pişt re agirbest bê ragihandin.

Rûsya di wê gumanê de ye ku Ukrayna ragihandina agirbestekê ji xwe re bike derfet û hêzên xwe yên ku xisar dîtine nûjen bike û careke din haziriya êrişan bike.

Ji ber vê Rûsya tekez dike ku hevdîtinên li Stenbolê bê şert û merc dest pê bikin û li gorî pêşhateyên van civînan jî pişt re agirbest bê ragihandin.

Li hêla din Ukrayna dixwaze ku Rûsya ji wan herêmên ku dagir kiriye derkeve û tazmînata şer bide Ukraynayê.

Lê Rûsya li ser wê yekê rijd e ku ji Donbas û herêmên din bi ti awayî dernekeve û endamtiya NATO û Yekîtiya Ewropayê jî ji rojeva xwe derxe.

Amerîka lihevkirineke demildest dixwaze

Wekî aliyê sêyem, Amerîka jî ji bo rawestandina şer guvaşa xwe ya li ser Ukrayna giran kiribû.

Daxwaza Amerîka û Trump, lihevkirineke demildest e ji ber ew dibêjin wan mesrefeke zêde ji bo Ukraynayê kiriye û divê ew xercî li wan bê vegerandin.

Tirkiye dixwaze bibe navendeke aştiya herêmê

Di nava vê gengeşeya dîplomasiyê de Tirkiye jî dixwaze ji bo ragihandina aştî û rawestandina şer bibe navendeke hevdîtin û diyalogê.

Tirkiye vê yekê ji bo zêdekirina hêza xwe ya li qada dîplomasiya cîhanê girîng dibîne.

Him têkiliyên takekesî yên Erdogan bi Trump re û him jî pêwendiyên germ ên Tirkiyeyê bi Rûsya û Ukraynayê re destê Tirkiyeyê di vê mijarê de bi qewet dike.

Ji bo vê jî ji destpêka şerê ku Sibata 2022yan dest pê kiriye vir ve Tirkiye roleke girîng li xwe digire da Rûsya û Ukrayna li hev bên.

Hevdîtinên berê bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî hatibûn meşandin û wekî beşeke wê pêvajoyê 33 milyon ton dexlûdan di ser Tirkiyeyê re hatibû veguhastin.

Piştî van hemû geşedanan Serokê Rûsyayê 10 Gulanê ragihandibû ku Moskow ji bo hevdîtinên li Stenbolê amade ye.

Civînên ku îro dest pê kiriye jî li ser vê daxuyaniyê dest pê kir.

Niha ne diyar e bê ka ew hevdîtin dê çend rojan berdewam bikin û Putin û Zelenskyy jî beşdar dibin an na.

Lê tişta eşkere ew e ku ji destpêka şer ve ew pêngav a herî cidî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst