Enqere (Rûdaw) - Kompanyaya Enerjiyê ya Azerbeycanê (SOCAR) li Enqereyê projeyeke nû ya perwerdeyê da nasandin ku di çarçoveya wê de 105 pirtûkên rêveberiyê wergerandiye Tirkî.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di heman bernameyê de ragihand ku SOCAR bi hevkariya Tirkiyeyê dê dest bi veguhastina gazê ji bo Sûriyeyê bike.
Kompanyaya SOCARê, ji bo kesên ku dixwazin bibin karsaz û bazirgan, 105 pirtûkên ku di asta cîhanê de wekî çavkaniyên sereke yên birêvebirya kompanyayan tên qebûlkirin, wergerandin Tirkî.
Pirtûk dê bi awayekî online û belaş ji bo herkesî berdest bin.
Ji bo danasîna projeyê li Enqereyê bi beşdariya Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bernameyek hat lidarxistin.
Cevdet Yilmaz di bernameyê de ragihand ku hevkariya di navbera Azerbeycan û Tirkiyeyê de berfirehtir dibe û da zanîn ku SOCARê projeya veguhastina gazê ji bo Sûriyeyê jî daye destpêkirin.
Berpirsê Tirkiyeyê yê SOCARê Elçîn Îbadov jî di bernameyê de pirsên Rûdawê bersivandin.
"Em dixwazin 105 pirtûk bixin xizmeta ciwanan"
Elçîn Îbadov li ser projeya pirtûkan ji Rûdawê re axivî û got:
"Wekî hûn dizanin, zanîngeh dikarin heta rêjeyekê xwendekaran perwerde bikin.
Lê dema ew derbasî nav kar dibin, ji bo ku bikarin serkeftî bin, pêwîst e pêvajoya xwendin û bipêşketinê bidome.
Me jî wekî Ofîsa SOCARê ya Tirkiyeyê biryar da ku em projeya 'Pirtûkên Berîkê' bidin destpêkirin.
Armanca me ew e ku em 105 pirtûkên ku li Brîtanyayê hatine amadekirin wergerînin Tirkî û bi belaşî bixin xizmeta ciwanan.
Îro jî em bi şanazî û bi beşdariya Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Birêz Cevdet Yilmaz projeya xwe didin nasandin."
"Ji bo hemû sektoran e"
Îbadov diyar kir ku pirtûk ne tenê li ser enerjiyê ne û got:
"Pirtûk zêdetir li ser bipêşxistina şiyanên kar, birêvebirina kompanyayan, plansazî, amadekirina budçeyê û mijara ragihandinê ne.
Lê ne tenê ji bo sektora enerjiyê, ji bo hemû sektoran her kes dikare sûdê jê werbigire, heta kesên di saziyên dewletê de kar dikin jî dikarin jê sûd werbigirin."
"Me heta niha 11 dibistan çêkirine"
Berpirsê SOCARê bal kişand ser projeyên xwe yên civakî û wiha li pey çû:
"Nêzîkî 17 sal in em li Tirkiyeyê kar dikin û qebareya karên me gihiştiye 18,6 milyar dolaran.
Bi vê yekê em li Tirkiyeyê kompanyaya biyanî ya herî mezin in.
Em mijarê tenê wekî aborî û bazirganî nabînin. Em difikirin ku eger projeyeke baş û bi sûd ji bo xelkê hebe, em dikarin xizmeta Tirkiyeya me ya xweşik bikin.
Hûn dizanin me heta niha 11 dibistan çêkirine. Bi taybetî ji bo beşên civakê yên kêm dahat û ji bo beşdarbûna jinan di jiyana kar de projeyên me hene.
Nêzîkî 50 projeyan li ber destê me ne û em van projeyan ne tenê li bajarên ku em lê kar dikin, ji Îdirê bigire heta Tekirdagê li her deverê pêk tînin."
#VÎDEO - SOCAR li Enqereyê projeyeke civakî pêk tîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 20, 2025
📕 SOCAR dê 105 pirtûkan wergerîne Tirkî
🎙️ Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî ji rayedarên SOCARê agahiyan werdigire pic.twitter.com/9u9F6k4G8M
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse