Erdogan: Îsraîl wekî rêxistinekê tevdigere

20-10-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îsraîl Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku Îsraîl ne wekî dewletê, lê wekî rêxistinekê tevdigere.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derbarê pêşhatên dawî yên şerê Hemasê û Îsraîlê de daxuyaniyek belav kir.

Bi gotina Erdogan rêveberiya Îsraîlê li şûna ku li xeletiya xwe vegere û bi eqlê dewletekê tevbigere, bi handana aktorên derveyî navçeyê wekî rêxistinekê tevdigere.

Recep Tayîp Erdogan ragihand ku berfirehbûna êrişên li ser Xezeyê ji bilî êş û mirinên zêdetir ti tiştek din bi xwe re nayîne û got:

“Eşkere ye ku bi kuştina zarok, jin û sivîlan û bomberbarankirina nexweşxane, dibistan, mizgeft û dêran ewlehî nayê pêkanîn. Bi zilmê aramî çênabe.”

Serokkomarê Tirkiyê amaje bi helwesta welatên rojava û  medyayên cîhanî ya li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da û wiha pê de çû:

“Divê navçeya me demildest ji vê pêla dînîtiyê rizgar bibe ku welatên rojava han didin û saziyên medyayê yên rojavayî jî ji bo rewakirina wê pêşbaziyê dikin.”

Erdogan bangî hemû welatên cîhanê û saziyên navdewletî kir ku piştevaniyeke ji dil li hewildanên ragihandina agirbesteke mirovî ya li Xezeyê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Serokkomarê Tirkiyê bangî Îsraîlê jî kir ku êrişên xwe yên li dijî sivîlan berfireh neke û bi gotina wî operasyonên xwe yên ku digihin asta “qirkirinê” demildest rawestîne.

Recep Tayîp Erdogan wiha berdewam kir:

”Em bawer dikin ku bi avakirina mekanîzmayên nû yên ku ewlehiya Misilman, Cihû, Xrîstiyan û hemû kesên li ser vê axê dijîn misoger dike, dê navçeya me bigihe aramiyeke mayînde.

Ji bo ku xwîna zêdetir a kesên bêguneh neyê rijandin, trajediyên zêdetir yên mirovî çênebin û rûbirûbûnên Filistînê negihin asteke ku vegera wan nebe, Tirkiye bo çareseriyê li ser kirina her tiştê ku ji dest wê tê berdewam dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin