Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo parlamenterê DEMê Sirri Sureyya Onderê ku li nexweşxaneyê tê tedawîkirin peyamek şand.
Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser hewlên Onder ên ji bo aştiyê û rola wî ya di şikandina pêşdadweriyên civakê de.
Parlamentera DEMê ya Wanê Perwîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqî ya Asrînê Faîk Ozgur Erol li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Piştî hevdîtinê heyet vegeriya Stenbolê û li ber Nexweşxaneya Florence Nightingale ya ku Onder lê tedawî dibe daxuyanî da.
Heyetê peyama ku Ocalan ji bo Sirrî Sureyya Onder nivîsandibû, bi raya giştî re parve kir.
Naveroka peyama Abdullah Ocalan a ji Sirri Sureyya re şandiye wiha ye:
"Ji ber nexweşiya Sirrî Sureyya Onder, ez jê re şîfayê dixwazim; ez ji malbata wî û hemû hevalên wî û hezkiriyên wî re derbasbûnê dixwazim.
Bi Sirrî Sureyya Onder re 12 sal xebata me heye. Girîngiya mezin a ku ew hildigire ev e: Ew wekî kesekî îdeal ê ji Semsûrê û bi esl Tirkmen, nûnertiya kevneşopiya Baba Îshaq dike.
Ew kesek e ku hewla mezin a aştiyê li civakê nîşan dide û di kesayetiya xwe de pêşdaweriyan civakî dişkîne. Wî ev tişt jî kir.
Wî pêşdawerî di civakê de şikandin, di Parlamentoyê de şikandin, li kuçeyan şikandin.
Tiştê ku di şexsê wî de pêk tê, ew tişt e ku em jê re dibêjin genên Anatoliyê û çanda wê.
Tiştê ku em jê re dibêjin aştî jî, genên Anatoliyê û kevneşopiya Tirkmen e ku tê jiyîn kirin.
Onder kesekî wiha ye û cewherê Tirkmeniya rastîn ev e: Nasname û çanda herî baş a aştiyê.
Ev dijberê têgihiştina `bi israr em dijmintiyê bikin, bi vî awayî em siyasetê bikin` e.
Çanda Onder a serederîkirina bi neyîniyên re û bikaranîna wan girîng e; ew dikare neyîniyên ku derdikevin holê, beriya ku kûr bibin, wergerîne tiştê erênî.
Ez dibînim ku her kes diçe nexweşxaneya ku Onder lê dimîne û dilsoziya xwe ji bîranîna wî re beyan dike.
Pêdiviyên dilsoziyê, hewla wî ya aştiyê bi pratîkkirin e. Careke din ez hêviyên başbûnê pêşkêşî wî, malbata wî, hezkiriyên wî û hemû civakê dikim; ez hêvî dikim ku ew zû baş bibe û bi halê xwe yê herî kêfxweş û xurt di nav me de be."
Piştî daxuyaniyê Pervîn Buldanê diyar kir ku ew dê pirsan wernegire û daxuyanî bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse