DEM Partiyê derbarê Ahmet Turk daxuyanî da

21-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk DEM Partî Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê derbarê rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk got, “Di rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk de geşedaneke nû û ya neyînî nîne.” 

Hatibû gotin ku siyasetmedarê Kurd û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin li nexweşxaneyeke Enqereyê tê dermankirin.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Parlamentera Wanê Pervin Buldan û parêzerê Ofîsa Hiquqê ya Sedsalê Faik Ozgur Erol pêk dihat îro ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan çû Girava Îmraliyê.

Hat zanîn ku Ahmet Turk ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di nav heyeta ku îro çûye Girava Îmraliyê de cih negirtiye.

DEM Partiyî li nûçeyên derbarê rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk de tên parvekirin daxuyanî da. 

“Geşedaneke nû û nîne”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ahmet Turk ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jixwe ev demeke tê tedawîkirin.

Di rewşa wî ya tenduristiyê de geşedaneke nû û ya neyînî tune ye.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst