Serokwekîlê Koma CHPyê: Ez parêzgarê Dêrsimê pîroz dikim

21-05-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Alî Mahîr Başarir Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir, Parêzgar û Qeyûmê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu pîroz kir ku bi gotina wî nexwestiye çalakiya bibîranîn ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun were kirin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê ragihandibû ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altun wefat kiriye.

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun doh li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Li gorî hinek angaştan Bulent Tekbiyikoglu piştî “telefoneke ku ji Enqereyê hatiye” destûr daye çalakiya bibîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun.

Li gorî Nowhaberê Tekbiyikoglu piştî vê yekê xwestiye ku îstifa bike û daxwazname daye Wezareta Karên Navxwe.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Bulent Tekbiyikoglu ji erkê xwe hatiye dûrxistin û ketiye bin fermana Wezareta Karên Navxwe.

Serokwekîlê Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir îro li parlamentoya Tirkiyeyê axivî û piştgirî da Bulent Tekbiyikoglu.

“Rê neda merasîmê ez wî pîroz dikim”

Alî Mahîr Başarir got, “Rê nade merasîma bîranîna rêveberê rêxistina terorê ya PKKyê.

Ez wî pîroz dikim. Parêzgarên Komara Tirkiyeyê vê yekê dikin.

Tê wateya ku zext li parêzgar hat kirin, hinek kesan telefonî wî kiriye û hişyarî daye wî..

Ew jî neçar ma dest ji kar berde û bêje ez min bibin navendê. An jî ji kar hat dûrxistin.

Her du rewş jî ji bo welatê me metirsîdar in.

Tu dikarî pêvajoya aştiyê cuda bi rê ve bibî lê tu neçarî parêzgarên welatparêz û qeymeqamên vî welatî jî biparêzî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst