Hewlêr (Rûdaw) - Zavayekî piştî daweta xwe bi 3 rojan xelatên bûkê birin û çû.
Vê bûyera ecêb li parêzgeha Denîzliyê ya Tirkiyeyê rû da.
Rahênerê futbolê Huseyîn Cumhur Acar piştî daweta xwe bi 3 rojan xelatên dawetê birin û reviya lê piştî wê bi 6 rojan hat dîtin.
Hat zanîn ku Acar ji ber deynê xwe yê qumarê yê ji malê reviyaye.
Acarê 34 salî ku rahêneriya tîma Akkonaksporê dike, 12ê Tîrmehê bi pispora bedewiyê Ş.A.yê re zewicîbû.
Lê tenê bi 3 rojan piştî dawetê, ji hevjîna xwe re got, "Ez dê niha vegerim" û ji wê rojê pê ve xeber jê nehat standin.
Malbata wî ya bi fikar serî li polîsan da û ragihand ku ew winda ye.
Deynê wî yê qumarê derket holê
Di lêkolînan de hat tesbîtkirin ku Acar ji ber lîstikên qumarê yên li ser înternetê bi qasî 2 milyon lîreyan deyndar bûye.
Hat zanîn ku ji ber zehmetiyên aborî û gefên ku lê dihatin xwarin, bi zêr û pereyên dawetê re winda bûye.
Malbata wî dê mala xwe bifiroşe
Malbata wî diyar kir, ew difikirin ku zava ji ber ku nexwestiye barê deynê xwe bike stûyê wan bi vî rengî tevgeriyaye.
Malbatê da zanîn, ji bo ku ew bi saxî û silametî vegere heke pêwîst be ew dikarin mala xwe jî bifiroşin.
Huseyîn Cumhur Acarê ku 6 roj bûn winda bû di encama xebatên polîsan de hat dîtin.
Hat zanîn ku Acar piştî hevdîtina bi malbata xwe re careke din vegeriyaye mala xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse