Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di çarçoveya xebatên pêvajoya çareseriyê de Koma DEM Partiyê ya TBMMyê ziyaret kir.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulîstan Kiliç Koçyigit di hevdîtina de hazir bûn.
Hat zanîn ku Kalin di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de derbarê xebatên pêvajoya çareseriyê de agahî daye berpirsên DEM Partiyê û civînê saetek û 10 deqîqeyan dewam kiriye.
Li aliyê din, Îbrahîm Kalin îro komên MHP û AK Partiyê yên parlamentoyê jî ziyaret kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse