Katircioğlu: Pirsgirêka Kurdan tenê ne aborî ye

22-06-2018
RÛDAW
Berbijêrê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglu
Berbijêrê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglu
Nîşan HDP Erol Katircioglu HilbijartinTirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Berbijêrê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglu ragihand, ku kêşeya Kurdan li Tirkiyê ne tenê aborî ye, lê di warê siyasî de jî daxwazên wan hene û divê bêne cîbicîkirin.

 

Berbijêrê parlamentoyê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Erol Katircioglu bû mêvanê bernameya “Dîbeyt” a Rûdawê ya taybet bi hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

 

Erol Katircioglu diyar kir, ku Tirkiyê di aboriyê de, ji 2002 heta 2007an, karekî baş kiriye û bi rêjeya ji % 7 bêtir geşedana aborî tomar kiriye lê ji 2008an û vir ve aloziyek derketiye holê.

 

Katırcıoglu wiha got:

 

“Bi tayebtî qeyrana 2008an ku gelek gotegot bi xwe re anîn. Sala 2009, rêjeya geşbûna me ya aborî daket jêr. Niha eger em wê serdemê binirxînin, li aliyekî programa Kemal Derwêş e û li aliyê din hewelsta li ser qonaxê ye di çarçoveya pêwendiyên Tirkiyê bi Yekîtiya Ewropayê re. Li vir şiyana reformên Yekîtiya Ewropayê roleke wan ya berçav heye.

 

Eger bê bîra we, di wê demê de, guhertin û reformên girîng di pêkahteya demokrasiya Tirkiyê de hatin pêkanîn. Vê bandor li ser ewlekariya niştimanî jî kir. Pêngavên baş di demokrasiyê de hatin avêtin. Tirkiyê di wê demê de, bi wê tevgera xwe, tiştên baş pêk anîn û encamên wê yên baş hatin dîtin.

 

Lê piştî 2009an, bi nerîna min desthilat reviya. Ango ji 2009 heta 2016an, bilindbûn û nizmbûneke zêde ya aborî hate dîtin. Lê hertim rewş ber bi jêr ve diçû. Bi dîtina min, sedemê vê, Partiya Dad û Geşedanê (AKP) piştî 2009an bi temamî bawerî bi xwe anî û baweriyeke navxweyî bidest xist. Bi baweriya min, AK Partiyê, çend guherînên îdarî pêk anîn û sîstemeke takekesî peyrew kir.”

 

Berbijêrê HDPê da xuyakirin, ku bi awayekî giştî Kurd li 17 parêzgehên Tirkiyê hene û gava li rewşa van parêzgehan dinerin, asta debar û jiyana wan li gor bajarên mezin ên din ên Tirkiyê cuda ye û wiha berdewam kir:

 

“Lê bi nerîna min li derveyî rewşa aborî, bi awayekî din girêdayî siyasetê ye. Ango pêwendiya navbera Kurdan û Dewleta Tirkiyê. Hejmara Kurdên ku di sînorê axa Tirkiyê de dijîn, dora 20 heta 25 milyon kesî ye. Daxwazên wan ên taybet hene û bi rastî ew daxwaz di çarçoveya demokrasiyê de daxwazên pir sereke û bingehdar in. Lê sedemên cîbicî nekirina daxwaz û xwestekên Kurdan ji aliyê elîtên siyasî û desthilatên yek li pey yekê yên Tirkiyê ve, ez nizanim sedem çi ne. Gava van daxwaz û xwestekên Kurdan dibihîzin, demildest wek cudaxwazî û teror binav dikin.”

 

Katircioglu destnîşan kir, ku rêjeya dengên Kurdan ji bo partiyên Kurdî ji 2004 heta 2014an bi awayekî rêkxistî ber bi zêdebûn û bilindbûnê ve diçe û got: “Ev tê çi wateyê? Kêşeya Kurdan ne tenê aborî ye, lê di warê siyasî de jî daxwazên wan hene û divê bêne cîbicîkirin. Eger ev daxwazên wan neyên cîbicîkirin, Kurd wê hest bi xerîbiya xwe bikin li ser vê axê yan qet nebe wê bifikirin ku rojavayê Tirkiyê Kurd fêm nekirine yan naxwaze Kurdan fêm bikin.”

 

Erol Katircioglu wiha axivî:

 

“Eger em li pêvajoya çareserkirina Pirsa Kurd binerin, ku tenê senaryoyek bû û AK Partiyê bicih anî û dem derbas dikir, heta wê dema ku behsa wê yekê dihate kirin ku Kobanê dikeve û DAIŞ wê dagîr dike û piştre mijara Efrînê derket holê û niha jî operasyona leşkerî li ser axa bakurê Iraqê û meseleya Minbicê li holê ne. Bi nerîna min, ev operasyonên li paş sînor ku desthilata AK Partiyê pêk anîn û tîne, wiha li Kurdan dike hesta wan a xerîbiyê zêdetir bibe. Lewma, em wek HDP di wê baweriyê de bûn ku dengên Kurdan ji bo me zêdetir dibin û di hilbijartinên vê carê de jî, em bawer dikin ber bi zêdebûnê ve diçin.”

 

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst