Demîrtaş HDP bi tundî rexne kir: Kes bi dirûşman nikare pêş bikeve

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Selahatin Demirtaş HDP Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Parlamentoya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş ragihand, encamên hilbijartina 14ê Gulanê bo partiya wan hişyariya dawî ye. Demîrtaş herwiha dibêje kes bi dirûşman nikare pêş bikeve.

Selahattin Demirtaş, di nivîsa xwe ya ku di Artigerçekê de hat belavkirin, hişyarî dane partiya xwe û ragihand, divê encamên hilbijartinê baş bêne nirxandin.

Demirtaş dibêje, li ser encamên hilbijartinê bi hûrgilî lêkolîn kirine û dengên partiya wan li 87 herêmên hilbijartinê kêm bûne.

Demirtaş got: “Komeke ku dewlet bi dest xistiye hemû derfetên dewletê bi kar anîn, bêyî nirxên exlaqî kampanyaya reşkirinê kir û di sindoqan de lîstik lîstin. Lê nabe mirov sedema sernekeftinê tenê bi vê yekê re girê bide. Divê di nav partiyê de nirxandinên berfireh û raporên qadê yên zanistî bîn amadekirin.”

“HDP dereng ma”

Derbarê kampanyay hilbijartinan de Demirtaş dibêje, partiya wan dereng dest bi xebatên hilbijartinê kiriye û ew jî belavela bûye.

Demirtaş got: “Di demekê de ku hûn dibêjin em dê di hilbijartina parlamentoyê de %15ê bidest bixin û di hilbijartina serokkomariyê de piştevaniya berbijêrê opozîsyonê bikin da ku %50î werbigre, hûn nikarin bi xebateke mehekê ku pêş hilbijartinê bê destpêkirin û ne profesyonel be, weke komeleyeke herêmî bi nêzîkbûneke amatorî (nezanî) biserkevin.”

“Kurdan dest ji mafê xwe bernedane”

Di beşeke din a gotara xwe de Demirtaş amaje bi wê yekê kir ku Kurd daxwaza nasname, ziman û çanda xwe dike û got: “Kurdên ku li her gundê Şemzînanê dijîn û Kurdên Stenbolê jî ji bo ziman, nasname û mafên çandî xwedî daxwazên xurt in û dest ji wan daxwazan bernedane. Lêbelê, her du jî diçin amazon.com-ê û pêlav û cil û bergên xweşik dibînin, ji her zimanê cîhanê li muzîkê guhdarî dikin, bi çavnebarî li kafe û xwaringehan temaşe dikin. Kurdên ku berê du bijareyên pêlavan hebûn, gizlawêtên bi xêz û bê xêz, niha îmkanên wan bêsînor hene, lê quruşek wan tune. Em nikarin vê rastiyê paşguh bikin û teslîmî wê bibin.”

"Kes nikare bi sloganan pêşdetir biçe"

Demîrtaş tekez dike ku kes bi sloganan kes nikare pêşdetir biçe û dibêje: “Eger hûn nikaribin modernîteya demokratîk ji gelên ku ewqasî bi modernîteya kapîtalîst re rû bi rû mane re, rave bikin û bi saziyên wê re jiyanek alternatîf, xweşik û bi rûmet pêşkêşî bikin, hilweşîna civakî wê neçar be.”

Demirtaş herwiha got: “5 salên dawî min bi nameyên ku şandin Navenda Giştî HDPê, peyam û gotarên xwe hewl da vê rastiyê bibêjim, lê her carekê dengê min li min vegeriya.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst