Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê wekî pêngaveke nû, rê li ber keştiyên ku pêwendiya wan bi Îsraîlê re heye girt ku nikaribin xwe bigihînin benderên wê.
Li gorî zanyariyan, rayedarên benderên Tirkiyeyê ji ajansên keştiyan garantiyeke nivîskî dixwazin ku ti pêwendiya wan bi Îsraîlê re nîne.
Li gorî nûçeyeke Reutersê, birêvebiriyên benderan ên li Tirkiyeyê, bi awayekî nefermî, rênimayên nû dane ajansên keştiyan.
Garantiya nivîskî tê xwestin
Li gorî van rênimayan, divê ajans belgeyeke nivîskî pêşkêş bikin û tê de diyar bikin ku ti pêwendiyeke keştiyên ku li benderên Tirkiyeyê dimînin bi Îsraîlê re nîne û ti barên leşkerî yan jî xeternak ji bo Îsraîlê venaguhêzin.
Çavkaniyên ku Reutersê agahî jê wergirtine diyar kiriye ku rayedarên benderan ev rênimayî bi devkî dane ajansan lê heta niha ti belavokeke fermî nehatiye weşandin.
Divê garantî bê dayîn ku barê ji bo Îsraîlê nîne
Heman çavkaniyan destnîşan kiriye ku ev rênimayî li hemû benderên Tirkiyeyê derbasdar e û tê xwestin ku di nameyên garantiyê de bi zelalî bê diyarkirin ku xwediyên keştiyan, kargêr û rêveberên wan ti pêwendiya wan bi Îsraîlê re nîne.
Her wiha tê xwestin ku keştî garantiyê bidin ku ew madeyên teqemenî, radyoaktîf an jî alav û kelûpelên leşkerî yên ku ji Îsraîlê re tên şandin, hilnagirin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku Wezareta Veguhastinê ya Tirkiyeyê heta niha bersiv nedaye pirsên Reutersê yên li ser mijarê.
Bazirganî par hatibû rawestandin
Tirkiyeyê, piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê yên par, biryar dabû ku bazirganiya di navbera her du welatan de ku qebareya wê ya salane 7 milyar dolar bû, rawestîne.
Lê di raya giştî de îdiayên ku bazirganiya bi Îsraîlê re bi awayekî nerasterast berdewam dike, ketibûn rojevê.
Bi taybetî jî zêdebûna qebareya bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Filistînê re wekî hinceta van îdiayan dihat nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse