Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku şêweyê niha yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê gefeke rasterast e.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji parlamenterên AK Partiyê yên herêma Marmarayê re axivî.
Hakan Fîdan diyar kir ku di hemû waran de pêwendiyên Enqere û Şamê berdewam dikin û Tirkiye piştevaniya yekparçeyiya axa Sûriyeyê dike.
"Divê gefên li rojhilatê Feratê werin rakirin"
Hakan Fîdan destnîşan kir ku ji bo vegera aramiyê li Sûriyeyê pêwîst e karê dîplomasiyê bidome û got:
"Divê gefên li rojhilatê Feratê werin rakirin."
Fîdan îdia kir ku hebûna HSDyê ya bi şêweyê xwe yê niha gefeke rasterast li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê û yekparçeyiya axa Sûriyeyê çêdike.
Çalakiyên Îsraîlê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser çalakiyên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî û got:
“Çalakiyên berfireh ên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê metirsîdar in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse