Hewlêr (Rûdaw) - Plarforma Şehîd û Xaziyan a 15 Temûzê ya Tirkiyê, ji ber gotinên wê yên derbarê Adem û Hawa de derbarê Hunermenda navdar a Tirkiyê Sezen Aksu de gilî tomar kirin û gef lê xwarin.
Hunermenda navdar a Tirkiyê Sezen Aksu di 2017an de ligel muzîkjen Yaşar Gaga stranek tomar kiribûn û di stranê de gotinên “Silavan li Hawa û Ademê cahil bikin” cîh digrin.
Piştî van gotinan Sezen Aksu Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî di nav de ji aliyê gelek kesan ve bi taybet ji aliyê desthilatê ve wek hedef hat nîşan dan û çendîn kesan sivikatî pê kirin. Herî dawî roja Înê Recep Tayip Erdogan piştî nimêja Înê gef li Sezen Aksu xwaribûn û gotibû “Kesek nikare zimanê xwe li beramber Adem dirêj bike. Eger roj hat jêkirina zimanê wan dê erkê me be.”
Plarforma Xazî û Şehîdan a 15 Temûzê, li Stenbolê li Dadgeha Çaglayan li derbarê Sezen Aksu de gilî tomar kir. Endamên platformê, li pêş dadgehê daxuyanî dan medyayê û gef li Sezen Aksu xwarin.
Platformê di daxuyaniyê de got “Em rê nadin ji şehîdên me re tiştek bê gotin. Em ê zimanê wan jê bikin, guleyan berdin mejiyên wan.”
Herwiha Endamên platformê dibêjin “Ji îro pê de ew kesên ziman dirêjiyê li dijî ol, îman û pirozên me dikin, bila bizanibin ku Tirkiye ya berê nîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse