Parêzgariya Stenbolê: Di erdhejan de 151 kes birîndar bûn

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di erdhejên li Stenbolê de kes nemiriye lê 151 kesan ji tirsa erdhejê xwe ji cihên bilind xwe avêtine û birîndar bûne.

Li navçeya Sîlîvriya Stenbolê îro saet 12:49an li nav Deryaya Marmarayê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû.

Li gorî AFADê, kûrahiya erdhejê 6,92 kîlometre bûye.

Her wiha saet 12:13an jî li nava Deryaya Marmarayê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan di kûrahiya 6,99 kîlometreyan de çêbû.

Piştî erdheja mezin a bi hêza 6,2yan, saet 12:51ê jî bi hêza 4,4 û kûrahiya 7 kîlometreyan erdhejek û saet 13:02yan bi hêza 4,4 û kûrahiya 7,02 kîlometreyan erdhejên din çêbûn.

Erdhejên li ser hev di nav xelkê Stenbolê de bûn sedema tirs û xofeke mezin û xelkê xwe avêt derve û newêre ji tirsa erdhejeke din biçin nav malên xwe.

Erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.

Parêzgariya Stenbolê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdehejan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku di erdhejê de kes nemiriye û anî ziman:

“Ji ber tirsa erdhejê û xweavêtina ji cihên bilind 151 welatiyên me birîndar bûne û çareseriya wan a bijîşkî li nexweşxaneyan berdewam e.”

Parêzgariya Stenbolê her wiha da zanîn ku li seranserî bajêr ti avahiyên ku xelk lê niştecih e nehilweşiyane û got:

“Li navçeya me ya Fatîhê avahiyek hilweşiyaye û di bûyerê de kes birîndar nebûye.

Xebatên saziyên pêwendîdar ên li qadê berdewam in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst