Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîvriyê ya Stenbolê erdhejeke bi hêza 3,5 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sîlîvriyê ya Stenbolê erdhejekê rû daye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 13:36an çêbûye û hêza wê 3,5 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,91 kîlometre bûye.
Erdheja ku li Sîlîvriyê çêbû li navçeyên din Stenbolê jî hest pê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse