Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê: Çi biryar hatin dayîn?

23-05-2025
RÛDAW
Nîşan Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara PKKyê ya xwefesixkirinê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê cara yekem civiya.

Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê doh bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya û civîn nêzîkî 2 saet û nîvan berdewam kir.

Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya piştî civînê de tekezî li ser bi biryarbûna di pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hat kirin.

Piştî civînê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser naveroka civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê di daxuyaniyê de got:

“Derbarê operasyonên derve û navxwe yên li dijî rêxistinên terorê û li ser bipêşveçûnên herî dawî yên navneteweyî ji bo Lijneyê zanyarî hatin pêşkêşkirin.

Gavên ku bi armanca Tirkiyeya bêteror hatine avêtin û bipêşveçûnên herî dawî hatine nirxandin. Bi awayekî hestiyar şopandina her qonaxeke pêvajoya tasfiyeyê, bi awayekî mayînde derxistina terorê ji rojeva welat û avakirina yekîtiya miletê me hatiye ziman û li ser van mijaran tekezî bi biryarbûnê hatiye dayîn.

Amaje pê hatiye dayîn ku di encama paqijkirina rêxistinên terorê ji erdnîgariya hevbeş de, dê dewletên cîranê me jî wek Îraq, Sûriye û Îran aram bibin. Ji ber vê yekê jî hatiye gotin ku divê hevkariya di ware ewlehiyê de bihêztir bibe.

Bipêşveçûnên herî dawî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin û hat diyarkirin ku dê piştgiriya bihêz a ji bo birêvebiriya Sûriyeyê berdewam bibe. Biryara rakirina cezayên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê bi erênî hatine pêşwazîkirin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku Sûriye di rewşeke metirsîdar de ye û divê li dijî zererdayîna yekîtiya Sûriyeyê hişyarî hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst