Di doza Gulistan Dokuyê de pêşhateke nû: Umut Altaş hat desteserkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Doza Gulistan Dokuyê Umut Altaş Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya doza Gulistan Dokuyê de, gumanbarê reviyayî Umut Altaş ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê ve hatiye desteserkirin.

Li ser gumanbar Umut Altaş "bultena sor" hatibû derxistin.

Lêpirsîna ku êdî wekî "dosyeya kuştinê" tê meşandin, Umut Altaş wekî kesekî krîtîk pênase dike.

Altaş hevalê nêzîk ê Mustafa Turkay Sonel e.

Sonel bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" niha di girtîgehê de ye.

Altaş beriya çend rojan ji rojnameyekê re îdia kiribû ku Sonel bi devê xwe li kuştina Gulistan Dokuyê mikur hatiye.

Altaş di wê hevpeyvînê de gotibû:

"Wê demê ez nezan û saf bûm. Li malê ji min re got, zêde diqîra, min jî gule berda ser wê.

Heta gava em di otomobîlê de bûn, min dest da çeka ku pê kuştibû.

Ez dixwazim êdî ev bûyer were zelalkirin.

Hişê min çûbû, min têkiliya xwe bi cîhanê re qut kiribû.

Ez ketibûm şokê, niha tiştan hêdî hêdî tînim bîra xwe."

Cihê term

Altaş di berdewamiya axaftina xwe de gotibû ku term ji aliyê Şukru Eroglu ve hatiye windakirin.

Eroglu berpirsê parastina Tuncay Sonel bû ku wê demê Parêzgarê Dêrsimê bû.

Altaş li ser cihê term jî wiha gotibû:

"Ez cih tam nizanim lê dibe ku li derdora zanîngehê, li cihên vala û çolter ên taxa Aktulukê be.

Bila li wan quncikên çav lê nakevin binêrin.

Her wiha, divê li Bayraktepeyê, li qada çopê ya li kêleka tesîsên parastina avê jî teqez lêkolîn bê kirin."

Rêya Meksîkayê û peyamên ji bo bavê wî

Tê texmînkirin ku Umut Altaş sala 2022yan çûbe Meksîkayê û ji wir bi rêyên neyasayî derbasî Amerîkayê bûbe.

Li gorî peyamên 9ê Kanûna Paşîn Umut ji bavê xwe re wiha nivîsiye:

"Tu wiha hêsan dibinî? Berdêla kiryarên we heye. Ez îro li benda 9 hezar dolarî me."

Bavê wî Celal Altaş jî bi vî rengî bersiv daye, "Naxwe çi ji destê te tê bike! Wî 150 hezar dolarê ku min ji we re şandibû, vegerîne."

Girtiyên dosyeyê

Di lêpirsînê de kurê Parêzgarê berê yê Dêrsimê Mustafa Turkay Sonel û karmendê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldi bi tawana "kuştina bi zanebûn" hatine girtin.

Her wiha Zeinal Abarakov, dê û bavê wî Engîn û Cemîle Yucer, dê û bavê Umut Altaş (Celal Altaş û Nurşen Arikan), polîsê ji kar hatiye derxistin Gokhan Ertok û parêzvanê parêzgar Şukru Eroglu jî bi tohmeta "veşartin û wendakirina delîlên sûc" hatine girtin.

Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê yê wê demê Çagdaş Ozdemîr jî bi îdiaya ku "qeydên nexweşxaneyê jê birine" û "belgeyên fermî xerab kirine" desteserkirî ye.

Tohmetên li ser Tuncay Sonel

Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel jî bi van kiryaran tê tawanbarkirin:

"Tinekirin, veşartin an jî guhertina delîlan", "Destwerdana di amarên pergalên agahî û dîjîtal de", "Belavkirina neyasayî ya agahiyên kesane" û "Xerabkirina belgeyên fermî."

Tê îdiakirin ku Sonel ji bo kurê xwe ji dozê rizgar bike, hemû derfet û saziyên dewletê bi kar aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst