Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, “Were em hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nû bikin.”
CHP piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Namzedê Serokkomariyê Ekrem Îmamoglu, dest bi rêze mîtîngên bi navê “Milet xwedî li îradeya xwe derdikeve” kiribû.
CHPyê di çarçoveya vê pêngavê de 81emîn mîtînga xwe li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê pêk anî.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, di mîtîngê de ji bo nûkirina hilbijartina Stenbolê pêşniyarek li Erdogan kir û got:
“Ez li pêşberî milet pêşniyarekê li Erdogan dikim. Were bila hemû endamên meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îstîfa bikin û em biryara nûkirina hilbijartinên Stenbolê bidin.
Namzedê min diyar e, Ekrem Îmamoglu ye. Tu jî kîjan namzedê dixwazî û jê bawer î derxe qadê.”
“Ez 1,5 milyon deng avans didim te”
Ozgur Ozel diyar kir ku eger Erdogan di hilbijartineke nû de bi ser bikeve ew dê vê encamê qebûl bikin lê şertekî wî heye.
Ozel wiha got, “Eger tu piştî 60 rojan di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bikaribî qezenc bikî û Serok Ekrem têk bibî, tu dê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bistînî û ji bo paşerojê jî hêzê qezenc bikî.
Lê şertekî min heye. Em dê hilbijartinan bikin û dê Stenbolî biryarê bidin, piştî wê hûn dê dev ji me berdin.
Fermo were qadê. Eger cesareta te hebe sindoqê bîne Stenbolê. Baweriya me bi me heye.
Ez 1,5 milyon dengan jî wekî avans didim te, fermo were qadê. De haydê derkeve pêşberî me.
Tenê şertekî min heye. Dema Stenbolê biryara xwe da û got Ekrem Îmamoglu, hûn dê dev ji me berdin û hemû hevalên me bêyî girtinê bên darizandin.
Bila biryarê ne kesek, ne 3 dadwer, 16 milyon Stenbolî bidin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse