Hewlêr (Rûdaw) - Li ser lêpirsîna "destêwerdana di vîna delegeyan de" ya di Kongreya 38emîn a Asayî ya CHPyê de li 7 bajaran operasyoneke hevdem hat kirin û 13 gumanbar hatin desteserkirin.
Demeke dirêj e îdiayên "bi pereyan guhertina dengên delegeyan" di rojevê de bûn.
Li ser vê yekê, bi biryara Serdozgeriya Komarê dest bi lêpirsîneke berfireh hat kirin û hêzên ewlehiyê dest bi kar û xebatan kir.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Tîmên Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Darayî, bi mehan e bi rêyên teknîkî û li ser erdê şopandineke hûr û kûr dikiriye.
Di encamê de hatiye tespîtkirin ku toreke birêxistinkirî hewl daye bi bertîlan dengên delegeyan ber bi aliyekî ve bikişîne.
Piştî vê tespîtê ferman hat dayîn ku tîm bi ser navnîşanan de bigirin.
Binpêkirina yasayan
Tohmetên ku di dosyeya lêpirsînê de cih digirin ne tenê wekî sûcên nav partiyê ne, her wiha wekî sûcên giran ên şebekeyên birêxistinkirî tên dîtin ku Yasaya Ceza û Yasaya Partiyên Siyasî bin pê dikin.
Serdozgeriyê tohmet wiha rêz kirin:
Binpêkirina Yasaya Partiyên Siyasî (Hejmar 2820): Bi zextên madî yan siyasî, têkbirina vîna azad a delegeyan.
Bertîlxwarin û bertîldayîn: Ji bo ku delege di dengdanê de bi dilê hinekan deng bidin, belavkirina pere û berjewendiyan.
Şûştina pereyên reş: Veşartina herikîna bi milyonan lîreyên neyasayî yên di kongreyê de hatine belavkirin û derbaskirina wan a nav pergalên fermî yên bankan.
Li 7 bajaran operasyon
Tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê, ji bo ku operasyon eşkere nebe û gumanbar nerevin, xebatên xwe bi dizî kirin.
Bi biryara dadgehê, bi navendiya Stenbolê; li Enqere, Îzmîr, Riha, Mereş, Kilîs û Meletiyê bi awayekî hevdem hêzên ewlehiyê bi ser gelek navnîşanan de girt ku berê hatibûn destnîşankirin.
Di serdegirtinan de polîsan lêgerîneke berfireh kir û dest danî ser gelek belge û amûran.
Hêzên ewlehiyê alavên dîjîtal, ajanda û notên li ser kongreyê û hemû belgeyên li ser tevgerên gumanbar ên hesaban ji bo lêkolînê birin dadgehê.
13 gumanbarên desteserkirî birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li Cadeya Vatanê û îfadeyên wan li wir tên wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse