STENBOL - 396 koçber hatin dersînorkirin

23-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Stenbol Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, di hefteya dawî de 3 hezar û 237 koçber hatine desteserkirin û 396 koçber hatin dersînorkirin.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê guvaşa li ser koçberan zêde bûye. Hejmara koçberên tên desteserkirin û herwiha hejmara koçberên ku ji Tirkiyê tên dersînorkirin, bi awayekî berçav zêde bûye.

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul îro 23ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî koçberan amarên nû belav kirin.

Davut Gul dibêje, di hefteyeke dawî de 3 hezar û 237 koçber hatine desteserkirin û derbarê wan de karên yasayî hatine kirin.

Parêzgarê Stenbolê got: “396 koçber hatin desteserkirin û 2 hezar û 841 koçber jî bi armanca paşde vegerandinê bo navendên paşde vegerandinê yên li bajarên din hatine veguhestin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst