Dema xwest jina ku 'destdirêjî lê hatiye kirin' biparêze bi çekê hat kuştin

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Esenyurt Mehmet Alî Tanyildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navîeya Esenyurtê ya Stenbolê jinek ji destê kesê ku pê re pevçû reviya û xwe avêt kargehekê. Xwediyê kargehê Mehmet Alî Tanyildiz xwest jina ku gotibû “destdirêjiyê li min dike” biparêze. Mehmet Alî Tanyildizê ku bi Mete G.yê ku li dû jinekê bû re nîqaş kir, bi çekê hat kuştin.

Bûyer pêr di derdora seat 15.00an de li Taxa Mehterçeşme ya navçeya Esenyurtê pêk hat.

Li gorî îdiayan keça bi navê Hêlîn D. (19) ji Mete G. (20) yê ku lê tundiyê dikir reviya û xwe avêt kargeha tekstîlê ya Mehmet Alî Tanyildiz.

Hêlîn D. diyar kir ku ew Mete G. ê ku daye dû wê nas nake û got “Destdirêjiyê dike, gotinan davêje”.

Mehmet Alî Tanyildiz ji bo ku Hêlîn D. biparêze bi Mete G. re pevçû. Mete G. dibêje ew dê çend xulek şûnde vegere û ji cihê bûyerê ve  qetiya. Piştî demekê Mete G. bi hevalê xwe yê bi navê Sedat B. û birayê xwe yê bi navê Arda G. re tên cihê bûyerê û bi Mehmet Alî Tanyildiz re pev diçin. Di wê demê de Mete G. gule berî singa Mehmet Alî Tanyildiz dide. Hewiha esnafê cîran welatiyê Misrê Zakariya Alî A. yê ku xwest mudaxeleyê bûyerê bike jî ji ber guleya ku li lingê wî ket birîndar bû. piştre êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahiya şêniyên taxê tîmên polîs û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Mehmet Alî Tanyildizê ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.

Mete G. û birayê wî Arda G. hatin desteserkirin û ji bo girtina Sedat B. jî xebat berdewam in.

Gumanbarên hatin desteserkirin bi îdiaya 'kuştina bi qestî' sewqî edliyeyê hatin kirin. Mete G. yê ku hat tespîtkirin çek bi kar aniye hat firin û şandin girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst