Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu- di daxuyaniyekê de derbarê pirsa Kurd û HDPê de axivî û got: "HDP niha yek ji wan partiyan e ku di parlamentoyê de xwedî nûner in û ne pêkan e ku bibêjin em giringiyê nadin wan." Karamollaoglu herwiha got: “Pêwîst e gav ji bo çareserkirina pirsa Kurd bên avêtin.”
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di civîna heftane ya partiya xwe ya li Enqerê de got ku ji bo çareseriya pirsa Kurd pêwîst e pêngav bên avêtin û û ew pirs bi awayekî yasayî û bi liberçavgirtina şert û mercên bê çareserkirin.
Çareseriya Pirsa Kurd ev demeke li Tirkiyê rojeveke sereke ye ku partiyên opozîsyonê nîqaşan û gotûbêjan li ser dikin. Yekem car Serokê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di hevdîtineke xwe ya taybet de amaje bi wê da ku eger ew bibin desthilat ew dikarin pira kurd ligel HDPê çareser bikin.
Derbarç mijarê de Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu axivî û got: “HDP niha yek ji wan partiyan e ku di parlamentoyê de tê temsîl kirin. Ne pêkan e ku tu bibêjî em girnigiyê bi wan nadin û guh nadin wan. Ji ber ku ew jî di parlamentoyê de ne, neçar in di nava pergala hiqûqê de têkoşîna xwe bikin. Ew jî neçar in ku vê rastiyê bibînin. Lê di van mijaran de bi taybetî dema em diçin hilbijartinan divê em şert û mercên niha jî li ber çavan bigirin û cardin gengeşê li ser nekin.”
Karamollaoglu tekez kir ku pirsgirêk bi gengeşeyan nayên çareser kirin û wiha pê de çû: “Hinek dibêjin (HDP) ne rewa ye. Baş e hûn çawa li parlamentoyê ji Nûnerê Serokê wê partiyê ku parlamentoyê birêvedibe û hûn rewa nabînin, daxwaza mafê axaftinê dikin. Bi çi awayî? Ez ji bo herdu aliyan dibêjim. Niha herkes dê pêngavan biavêje. Bi awayeke hiquqî dê şert û mercên Tirkiyê li ber çavan bên girtin û ev pirs bê çareser kirin. Ez di wê bawerê de me ku dawiya dawî ev yek dê pêk bê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse