Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokatiya Parlamentoyê, Kurtulmuş bi Wekîla Serokê Parlamentoyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar re civiya.
Civîn li meqama Serokê Parlamentoyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin û 40 xulekan ajot.
Sancar: Em li benda rapora hevpar in
Piştî hevdîtinê Mîthat Sancar daxuyanî da û diyar kir ku wan civîneke dilpak û berhemdar bi Kurtulmuş re kiriye.
Sancar bal kişand ser girîngiya dîrokî ya avakirina Komîsyona li parlamentoyê û got, "Veguhastina pêvajoya aştiyê ji bo zemîna parlamentoyê dê encam û bandorên wê yên gelekî girîng hebin."
Mîthat Sancar destnîşan kir ku parlamento dê di mijarên rewayiya demokratîk, beşdarî, şefafiyet û garantiyê de roleke gelekî girîng bilîze û anî zimên ku ew li bendê ne rapora hevpar serê meha Kanûna Paşîn derkeve.
"Pêvajo dimeşe"
Sancar bi bîr anî ku beriya Kurtulmuş wan bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re jî hevdîtin kiriye û wiha axivî:
"Pêvajoyek dimeşe û pêdiviya vê pêvajoyê bi garantiyên yasayî heye.
Pêdivî bi piştgiriya civakî heye lê garantiyên yasayî tenê bi vê pêvajoyê sînordar nînin, ji bo hemû civakê pêwîst in.
Sîstemeke yasayî ya dadmend û wekhev û pêkanîna hiqûqê ji bo ku aştiya civakî li tevahiya welêt pêk were girîng e."
Buldan: Pêdivî ye ku parlamento xwedî li pêvajoyê derkeve
Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldanê jî diyar kir ku dabînkirina lihevkirineke hevpar a îradeya siyasî ji bo pêvajoyê girîng e.
Buldanê bal kişand ser girîngiya "xwedîderketina parlamentoyê ya li pêvajoyê" û ji ber rola wî ya avaker û xwedîderketina li vê îradeyê spasiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse