Ahmet Turk: Baweriya xelkê nemaye, divê gav bên avêtin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, bersiv da gotinên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û got, “Xelkê me li benda gavên berbiçav e.”

Ahmet Turk beşdarî Civîna Koma DEM Partiyê ya li Parlamentoyê bû û bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari re pirsên rojnamegeran bersivand.

"Di nava xelkê de bêbawerî çêbûye"

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî berî niha di civîna koma partiya xwe de gotibû, "Heta ku Ocalan vegere hêviyê, Ahmet vegerin meqamê û Demîrtaş vegere hêlîna xwe biryara me zelal e.

Divê mijara qeyûman bêyî tirs û fikar di çarçoveya demokrasiyê de ji nû ve bê nirxandin. Divê her du Ahmet jî li cihê xwe rûnin.”

Ahmet Turk ev gotinên Bahçelî bi bîr anî û got:

“Xelkê me êdî li benda avêtina gavên berbiçav e. Di ser banga 27ê Sibatê re salek derbas bû.

Lê heta niha ji aliyê vê desthilatê ve gaveke girîng nehatiye avêtin.

Gaveke berbiçav nîne. Di nava xelkê de bêbawerî çêbûye.”

Ahmet Turk amaje bi wê yekê kir ku ji bo avêtina hinek gavan pêdivî bi pêvajoyeke yasayî û hiqûqî nîne û wiha got:

“Di mijara qeyûman de pêdivî bi guherîneke yasayî nîne. Ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêdivî bi pêvajoyeke yasayî nîne.

Pirsgirêka qeyûman ne daxwaza me ye, ji ber ku îpotek li ser îradeya gel hatiye danîn em li ser vê yekê bi israr in.

Ji ber ku îradeya gel hatiye desteserkirin, di nava gel de bêbaweriyeke mezin çêbûye.

Divê ev yek ji holê rabe. Her wiha divê derbarê hevalên me yên wekî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gav bên avêtin.”

Hatîmogullari: Divê statuya taybet bibe yasayî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî bal kişand ser gotina Bahçelî ya “statuya taybet” a ji bo Îmrali û Abdullah Ocalan.

Hatîmogullari ev gotina Bahçelî wekî “gelekî girîng” bi nav kir û got:

“Banga Birêz Ocalan a 27ê Sibatê ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk gaveke dîrokî bû. Lê heta îro ji bilî rapora parlamentoyê tiştek nehatiye kirin.

Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi rê ve biçe, divê mercên Birêz Ocalan ê ku aktor û muzakerevanê sereke ye, bên sererastkirin û pênaseya ‘statuya taybet’ a ku tê de bi azadî bijî û bixebite, di çarçoveyeke yasayî de bê misogerkirin.

Divê her kes vê yekê bizanibe û pêvajo li ser vî esasî bimeşe.”

Daxwaza "deriyê vekirî" ji bo Ocalan

Hatîmogullariya diyar kir ku ew ji bo ku Ocalan karibe bi cîhana derve re têkiliyê deyne xebateke berbiçav dimeşînin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“Divê mercên xebatê yên Birêz Ocalan bên zelalkirin. Divê bi azadî karibe bi rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, hiqûqnas û siyasetmedaran re hevdîtinê bike.

Divê zemîneke diyalogê ya ku tê de karibe rasterast bi rêxistina xwe û derdorên siyasî yên Rojhilata Navîn re têkiliyê deyne, bi awayekî yasayî bê garantîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst