Erdogan: Em dixwazin pêvajoya endamtiya Ewropayê zindî bikin

24-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, li Qibrisê ji bo aştiyeke dadmend û mayînde çi bikeve ser milên wan amade ne bikin. Erdogan herwiha got: “Em dixwazin di mijarên zîndîkirina pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê de pêşketin çêbin.”

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û mijara sereke rewşa aborî û rûbirûbûna enflasyonê bû. Civînê 3 demjimêr û 20 deqîqeyan berdewam kir.

Recep Tayyip Erdogan piştî civînê derbarê biryarên kabîneyê de ji medyayê re axivî. Erdogan derbarê endamtiya Swedê ya NATOyê de got: “Parlamentoya Tirkiyeyê dê derbarê endamtiya Swêdê de biryarê bide. Me hişyariyên pêwîst dane Swêdê. Dema parlamento vebe, dê bo qebûlkirina endamtiyê tiştê pêwîst bê kirin.”

Erdogan behsa pirsgirêka Qibrisê jî kir û got: “Li Qibrisê ji bo aştiyeke dadmend û mayînde çi bikeve ser milê me, em amade ne bikin.”

Erdogan dibêje, zerara erdhejên 6ê Sibata 2023ê yên Mereşê 104 milyar dolar e. Erdogan bang li welatiyên Tirkiyeyê kir, ku pereyên xwe yên li male bixin bazarê û weberhênanê bikin. Erdogan got, armanca wan ew e; Tirkiyê bi berhemanîn û dabînkirina derfetên kar mezin bikin.

Erdogan bal kişande ser bilindbûna enflasyonê û got: "Em dê pirsgirêka enflasyonê û aboriyê çareser bikin. Me ji bo nehiştina mexdûriyeta mûçexwuran li hember enflasyona bilind gelek xebat kirine."

Erdogan behsa pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê jî kir û got: “Em dixwazin di mijarên zîndîkirina pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê, nûjenkirina Peymana Yekitiya Gumrikê, bo welatiyên me serbest berdana vîzeyê de pêşketin çêbe. Ev pêngav dê di berjewendiyên welatê me û Yekitiya Ewropayê de be û em dê di demeke nêzîk de encamên erênî yên van hewlan bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin