Beştaş: Erdogan şerm nake pesnê xwe bi damezrandina 3 mamosteyên zimanê Kurdî dide

24-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li Amedê gotibû “me mamosteyên zimanê Kurdî damezrandine” got: “Tenê 3 mamosteyên zimanê Kurdî hatine damezrandin û şerm nake pesnê xwe bi vê yekê dide.”

Serokwekîla Grupa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş 24ê Cotmeha 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê derbarê mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir û serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Amedê jî nirxand.

Beştaş derbarê axaftina Erdogan a di serdana Amedê de amaje bi wê yekê da ku dê xelkê Amedê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin û got: "Erdogan bi hişmendiyeke nîjadperest li Kurdan dinêre û em rê nadin ku di nav gelan de parçebûn çêbibe."

Herwiha li ser damezrandina mamosteyên zimanê Kurdî jî got: "Erdogan dereweke mezin dike."

Serokwekîla Grupa HDPê wiha axivî: “Dema Erdogan li ser mamosteyên Kurdî axivî me bi kenekî bi êş lê temaşe kir. Bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî hene ku heta niha nehatine damezrandin. Doh Erdogan got me ji van mamosteyan 3 kes damezrandine. Rast e îsal tenê 3 mamoste hatin damezrandin û pesnê xwe bi vê yekê da û dubare got me kadroyên mamosteyên Kurdî vekirine. Ne rast axivî. Dema derewan dikin derewên mezin dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst