Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Etimesgut a ser bi parêzgeha Enqerê ya Tirkiyê baraneke zêde bariya û di encamê de lehî rabû.
Li gor agahiyan îro Pêncşemê 25ê Gulana 2023an li Taxa Eryaman a ser bi navçeya Etimesgutê baraneke zêde bariya û kolanên navendê di bin avê de mane.
Her wiha li cadeyên sereke yên navçeyê çûnûhatina otomobîlan zehmet bûye û welatî di rê de mane. Li gor zanyariyên destpêkê di encama lehiyê de ti zerareke canî û madî çênebûye.
Li gor pêşbîniya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo dema 2 rojan dê li çend herêmên Tirkiyê baran bibare û egera lehiyê heye. Hişyarî hatiye dayîn ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse