Ozcan Teker bo karên îfade wergirtinê heman rojê bo Rêveberiya Ewlekariya Tekirdagê hat birin
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozcan Teker, ku pêr bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin îro bi biryara dadgehê hat girtin.
Endamê Rêveberiya HDPê Ozcan Teker, roja 23ê Hezîrana 2023ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê li parêzgeha Stenbolê li kargeha lê dixebitî hat desteserkirin.
Ozcan Teker bo karên îfade wergirtinê heman rojê bo Rêveberiya Ewlekariya Tekirdagê hat birin. Teker îro 25ê Hezîranê piştî karên îfade wergirtinê bo Dadgeha Tekirdagê hat şandin.
Teker bi biryara dadgehê hat girtin û bo Girtîgeha Tîpa T a Muratli hat şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse