Hewlêr (Rûdaw) - Serokê EMEPê çû serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û got, “Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bibe pêvajoyeke demokratîk divê girtiyên siyasî werin berdan.”
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û şandeyeke partiya xwe doh li Girtîgeha Edîrneyê çûn serdana Selahattîn Demîrtaş.
Seyîd Aslan piştî serdanê daxuyaniyek da û diyar kir ku tenduristî û morala Demîrtaş baş e û wî silav li hemû kedkar û hêzên çepgir ên Tirkiyeyê kiriye.
Aslan anî ziman ku wan li ser pêşhatên siyasî û aborî yên Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê nêrînên xwe parve kirine û anî ziman:
“Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve û bibe pêvajoyeke demokratîk, divê şert û mercên beşdariya her kesî werin dabînkirin.”
Serokê EMEPê bal kişand ser astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê û da zanîn ku Selahattîn Demîrtaş û girtiyên Doza Kobaniyê tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê wekî “dîl” tên girtin.
Aslan destnîşan kir ku ew kes ne ji ber tawanekî, ji ber nêrînên xwe yên siyasî girtî ne û ji bo pêvajo nebe pêvajoyeke yekalî û ji bo çareseriyeke rasteqîn û demokratîk, gava bingehîn azadkirina girtiyên siyasî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse