Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
DEM Partiyê bi daxuyaniyeke kurt a ji bo çapemeniyê ragihand ku şandeya wan a ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê, li giravê ye.
Piştî îmhakirina çekan a komeke PKKyê Heyeta Îmraliyê dest bi gereke din a hevdîtinan kir.
Heyetê di nava hefteyekê de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re bi dawî kiribûn.
Ev hevdîtin piştî wê yekê dest pê kiribûn ku komeke 30 kesî ya PKKyê di 11ê Tîrmehê de çekên xwe şewitandibûn.
Heyetê di 27ê Sibata 2025an de Ocalan ziyaret kiribû û di wê hevdîtinê de Ocalan bang li PKKyê kiribû ku xwe fesh bike û çekan deyne.
Herî dawî heyetê di 6ê Tîrmehê de careke din li giravê bi Ocalan re hevdîtinek pêk anîbû.
Her wiha, Serokwekîlên Koma DEM Partiyê di 24ê Nîsanê de bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiyabûn û çend daxwazên girîng pêşkêş kiribûn.
Li gorî zanyariyan daxwazên sereke yên Serokwekîlên DEM Partiyê ev in:
Başkirina şert û mercên xebatê yên Ocalan.
Guhertinên di Yasaya Înfazê û Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê de.
Çareserkirina rewşa girtiyên nexweş.
Qebûlkirina "mafê hêviyê" yê Ocalan.
Rê bê dayîn ku rojnameger û nûnerên saziyên sivîl jî biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse