Wezîr ‘firiya’ lê ji ceza nefilitî

25-08-2025
Nîşan Abdulkadîr Uraloglu Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê Ceza Otoban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu di rêya ku leza herî zêde 140 e, bi 225an çû.

9,267 lîre ceza li Uraloglu hat birîn û wî got, “Ez dê êdî gelekî baldartir bim.”

Abdulkadîr Uraloglu, dîmenên ku otomobîla xwe li ser otobana Enqere-Nîgdeyê bi leza 225 kîlometreyan diajot parve kirin.

Piştî bertekên tund ên li ser medyaya civakî, Uraloglu ragihand ku wî 9 hezar û 267 lîreyên Tirkî ceza xwariye.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu vîdeoya xwe ya ku ji bo danasîna otobana Enqere-Nîgdeyê hatibû girtin li ser medyaya civakî parve kir.

Uraloglu di parvekirina xwe de got, "Bîranîneke li ser Otobana Enqere-Nîgdeyê bi stranan... Dema em diwestin em îlhama xwe ji birêz Serokkomarê xwe werdigirin û em dibêjin 'Em têra xwe nexebitîn' û em rêya xwe didomînin..."

Divê were gotin ku Tirkiyeyê li ser otobanan sînorê leza herî zêde 140 kîlometre ye lê Wezîr Uraloglu bi 225 kîlometreyan diçe.

Uraloglu: "Min ceza xwar"

Uraloglu piştî bertekan di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de ragihand ku ew ketiye radarê û ceza xwariye.

Parvekirina Uraloglu ya li ser medyaya civakî wiha ye:

"Ji bo ku ez rewşa dawî ya Otobana Enqere - Nîgdeyê bibînim, ez derbasî ser dîreksiyon bûm.

Di vê demê de min bêyî ku pê bihesim, ji bo demeke kurt be jî, sînorê lezê derbas kir.

Bi vîdeoya têkildar min xwe jî îxbar kir.

Pêbendbûna bi sînorên lezê ji bo her kesî mecbûrî ye.

Ji aliyê cendirmeyê me yê otobanê ve cezayê pêwîst hatiye birîn.

Ez ji raya giştî re radigihînim ku ez dê ji niha û pê ve gelekî baldartir tevbigerim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst