DEM Partî: Doza Kobaniyê hilweşiyaye

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku piştî 13 mehan bi eşkerekirina hinceta biryara cezayan a Doza Kobaniyê ew doz hilweşiyaye.

DEM Partiyê her wiha got, “Armanca vê doze cezakirina siyaseta demokratîk bû û bi vê yekê ne dadmendî siyaset hate armanckirin."

DEM Partiyê bang li hikumetê kir ku Hevserokên Berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji ber dozê girtî ne  piştî biryarê bên berdan. 

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê hinceta biryarê ya derbarê hukmên ku di Doza Kobaniyê de ji bo Hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û endam û birêvebirên Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) jî di nav de bi giştî 36 kesan hatibû dayîn, piştî 13 mehan eşkere kir.

Di biryarê de hat ragihandin ku bertawanên ji Doza Kobaniyê hatine cezakirin, ji tundûtûjiya ku di bûyerên 6-8ê Çiriya Peşîn de qewimîn, wekî berpirsyar nehatine dîtin lê wan xelk ji bo tawanan han daye.

Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

DEM Partiyê diyar kir ku 13 mehan neveşartina biryarê, nîşaneke eşkere ya destwerdana siyasî û girtinên kêfî ye.

“Armanc cezakirina siyaseta demokratîk bû”

DEM Partiyê ragihand ku bi eşkerkirina hinceta biryarê Doza Kobaniyê hilweşiayaye û got:

“Armanca vê doze cezakirina siyaseta demokratîk bû û bi vê yekê ne dadmendî siyaset hate armanckirin.

Hevalên me ne ji ber ku tawan kirine lê ji ber ku xwedî li mafê siyaseta demokratîk derketine, hatine cezakirin.

Hemû hincetên ku desthilata siyasî û medyaya alîgir ji roja yekem ve pêşkêş kiribûn, pûç derketine."

DEM Partiyê her wiha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2020î ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de bi bîr xist û tekez kir ku bi awayekî yasayî hatiye piştrastkirin ku ti pêwendiya wî bi bûyerên tundûtûjiyê re nîne.

“Divê dozên bi vî rengî yên siyasî tevlî dîrokê bibin"

Di daxuyaniyê de ameje bi hewlên pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan jî hat dayîn û tê gotin:

“Di vê pêvajoya ku em behsa avakirina aştî û civakeke demokratîk dikin de, divê dozên bi vî rengî yên siyasî tevlî dîrokê bibin."

DEM Partiyê her wiha bangî Hikûmeta Tirkiyeyê kir ku di serî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, divê hemû girtiyên Doza Kobaniyê demildest bên berdan.

Doza Kobaniyê

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê ku doz bi rê ve dibir, 16ê Gulana 2024an hukmê xwe eşkere kiribû.

Li gorî biryarê, 12 bertawanên doze beraet kiribûn, Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bi giştî 42 sal û Fîgen Yuksekdag jî 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê wergirtibûn.

Bertawanên din ên doze jî bi cezayên cuda hatibûn cezakirin. Dosyayên 72 bertawanan firar (reviyayî) jî hatibûn cudakirin.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê, hinceta biryara xwe ya cezayên  dozê ku ji 32 hezar û 630 rûpelan pêk tê 25ê Hezîrana 2025an eşkere kir.

Li gorî hinceta biryarê bertawanên ji Doza Kobanî  hatine cezakirin, ji tundûtûjiya ku di bûyerên 6-8ê Çiriya pêşîn de qewimîn, wekî berpirsyar nehatine dîtin.

Lê di biryarê de hat diyarkirin ku dema dosya bi giştî tê nirxandin, bertawanên ku beşdarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya 6ê Çiriya Pêşîn a 2014an bûne, li gorî biryara di wê civînê de hatiye werigritn, ji bo xizmeta armancên "rêxistina terorê" û ji bo amadekirina zemîna “têkdana yekîtî û yekparçeyiya dewletê”, gel ji bo xwepêşandan û meşên neyasayî han daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst