Erdogan: Em dê ji bo cîhazên elektronîk 5 hezar û 500 lîreyî bidin xwendekarên zanîngehê

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê di kirîna cîhazên elektronîk de 5 hezar 500 lîre wekî alîkarî ji bo xwendekarên zanîngehê bê dayîn.

Erdogan diyar kir ku ew dê bi mercek wê alîkariyê bidin ku bihayê wan cîhazan 9 hezar û 500 lîreyên Tirkî derbas neke.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê, li Enqereyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan civiya.

Serokkomarê Tirkiyê piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û derbarê naveroka civînê de axivî.

Erdogan ragiand ku dê di kirîna cîhazên elektironîk û telefonên  ku nirxê wan ji 9 hezar û 500 lîre derbas nekin 5 hezar û 500 lîre alîkarî bo xwendekarên zanîngehê bê dayîn.

Lê ji ber daketina nirxê lîre li hemberî dolar û diravên biyanî nirxê  gelek telefon û cîhazên elektronîk li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  qat bi qat ji wî sînorê ku hatiye diyarkirin zêdetir in.

Recep Tayyîp Erdogana amaje bi wê yekê da ku dê di çarçoveya bernemayeke nû de Bankeya Malbat û Ciwanan bê avakirin û projeyên vê bankeyê tamambûne.

Herwiha Erdogan got ku dê ji wê bankeyê ji bo kesên ciwan ên ku dixwazin bizewicin, krediyên bê faîz bên dayîn û ev yek ji bo cara yekem jî li navçeyên erdhejê dest pê dike.

Serokkomarê Tirkiyê amaje bi rewşa dawî ya şerê Qerabaxê yê di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de jî da û got:

“Me hemûyan şanazî bi wê operasyonê kir ku Artêşa Azerbeycanê li Qerbaxê pêkaniye.

Xweşguzaraniya gelê Ermenî ne di şerê ligel cîranan de lê di aşitiyê de ye.

Tirkiye ji bo ku navçe aram bibe çi ji destê wê bê dê bike.”

Erdogan behsa rewşa aboriya Tirkiyeyê û bihabûnan jî kir û got:

“Nehiştina bihabûna jiyanê erkê me ye.

Em nahêlin ew kesên ku çavê xwe berdane pariyê welatiyên me çavên xwe vekin.

Me bi çend pêngavan bazara otomobîlan daxist. Ji 1ê Mijdarê û şûnde ji îlanên sexte û xapînok dûr bikevin.

Em bo van kesan jî heta 100 hezar lîre cezayê pere didin.”

Recep Tayyîp Erdogan hewriha ragihand ku operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê li navxwe û derveyî sînorên Tirkiyê berdewam bin.

Di beşeke din a axaftina xwe de jî Erdogan behsa Rêya Geşedanê ya ligel Îraqê û çend projeyên din jî kir û  got ku Wezîrê Gihandin û Bînasaziyê yê Tirkiyeyê di civîna kabîneyê de derbarê wan projeyan de zanyarî dane wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst