Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng şertên azad ên Ocalan in

27-04-2025
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Pêvajoya Nû Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Meral Daniş Beştaşê ragihand, di pêvajoyê de mijara herî girîng, şert û mercên azad ên xebatê yên Abdullah Ocalan in.

Kongreya Civaka Demokratîk li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê bi dirûşma “Em li Ser Aştî û Civaka Demokratîk Diaxivin” civînek li dar xist.

Parlamenterên DEM Partiyê Perîhan Koca, Alî Bozan û Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emin Ekmen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî beşdarî civînê bûn.

Hevberdevka HDKyê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî û ragihand ku ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebitin.  

“Kurd dixwazin li ser vê axê azad bijîn”

Beştaşê behsa pirsgirêka Kurdan Kurd kir û got:

“Em dixwazin bibin Kurd. Ango em nikarin bi pênasekirina xwe û nasnameya xwe, bi parastina wê bijîn.

Kurd dixwazin li ser vê axê azad bijîn. Dixwazin bi nasnameya xwe bijîn, bi zimanê xwe bijîn, bi çanda xwe bijîn.

Pirsa Kurd dikare bi diyalogê bê çareserkirin.”

 Meral Daniş Beştaşê derbarê pêvajoya çareseriyê de bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û wiha berdewam kir:

“Aktorê siyasî yê ku dikare vê pêvajoyê çareser bike, di bin tecrîdê de ye.

Di vê rewşê de ne pêkan e, pêvajo baş derbas bibe. Divê di rewşeke azad de bikare fikrên xwe yekser parve bike.

Mijara herî girîng, şert û mercên xebatê yên azad in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst