Erdogan: Rêya Bipêşketinê dê ji 63 hezar kesan re derfetên kar dabîn bike

27-06-2025
RÛDAW
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA
Nîşan Foruma Korîdorên Veguhastinê yên Cîhanî Rêya Bipêşketinê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê li ser projeya Rêya Bipêşketinê got, “Ji 63 hezar kesan re dê derfetên kar dabîn bike.”

Foruma Korîdorên Veguhastinê yên Cîhanî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê tê lidarxistin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di beşeke girîng a axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser Projeya Rêya Bipêşketinê û sûda wê ya ji bo aboriya Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û herêmê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Rêya Bipêşketinê ku ji projeyeke bazirganî zêdetir projeyeke aştiyê ye, di heman demê de di çarçoveya  bakur û başûr de cografyayan bi hev ve girê dide.

Her wiha ji ber ku cîranê me Îraqê dixe navenda xwe, jî mifteya aramî û bipêşketina herêmê ye.

Tê texmînkirin ku bandora Rêya Bipêşketinê ya di 10 salan de li ser berhemanînê 50 milyar dolarî derbas bike.

Tê hesabkirin ku bandora wê ya li ser dabînkirina derfetên kar jî bi awayekî navendî salane bigihêje 63 hezar kesan.”

Projeya Rêya Bipêşketinê, projeyeke mezin a veguhastinê û korîdoreke bazirganiyê ye ku ji hezar û 200 kîlometre rêya hesinî û otobanê pêk tê.

Ji Bendera Fawê ya Besrayê ya Îraqê dest pê dike û di nava sînorê parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê di Deriyê Sînorî yê Koravayê ya li navçeya Silopyayê ya Şirnexê re derbasî Bakurê Kurdistanê  dibe.

Biryar e ji wê derê jî di ser parêzgehên Mêrdîn, Riha û Dîlokê re bigihêje Bendera Mêrsînê.

Tirkiye bi vê projeyê dibe navendeke stratejîk a veguhastinê û pireke di navbera welatên Kendavê û Ewropayê de.

“Dê hêza jeopolîtîk a Tirkiyeyê veguhere avantajeke aborî”

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu jî anî ziman:

“Wekî rêyeke nû ya bazirganiyê, projeya Rêya Bipêşketinê ku ji Bendera Fawê ya Îraqê ber bi Ewropayê ve dirêj dibe, dê hêza jeopolîtîk a Tirkiyeyê veguhere avantajeke aborî.

Bi vê projeya dîrokî ku me li gel Îraq, Qeter û Îmarata Erebî îmze kiriye, em dê Kendava Besrayê bi welatê xwe ve û ji welatê xwe jî bi Ewropayê ve girê bidin.

Ev proje dê girêdaneke bênavber bi Ewropayê re pêk bîne û rola Tirkiyeyê ya piştgiriya xweşguzeranî û aştiyê careke din nîşan bide.”

Foruma Korîdorên Veguhastinê yên Cîhanî 27ê mehê dest pê kir û heta 29ê mehê berdewam dike.

Nûnerên 70 welatan di forumê de beşdar in û li ser rêyên bazirganî û korîdorên alternatîf ên  veguhastinê gotûbêjan dikin.

Rêya Bipêşketinê yek ji mijarên sereke yên forumê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst